Rêya Colemêrg-Çelê ji ber aşûtê hat girtin
- Rojane
- |
- 14 Nîsan 2026 16:16
- |
COLEMÊRG - Rêya Colemêrg-Çelê ji ber aşûta ji Çiyayê Simbî ketî ji çûnhatinê re hat girtin.
Li Colemêrgê berfa ku sê roj in li ser hev dibare, bû sedema aşûtê. Berfa ku li Çiyayê Simbilê kom bû, piştî demekê ket û pêşiya Çemê Zapê girt. Ji ber vê demeke kurt av neherikî.
Her wiha ji ber aşûtê, rêya Colemêrg-Çelê ji çûnhatinê re hat girtin.