Ji ber destavêtinê giliyê cîgirê midûr hat kirin
- Rojane
- |
- 14 Nîsan 2026 16:32
- |
MÊRDÎN - Li Kerboranê ji ber destavêtinê giliyê cîgirê midûrê dibistanê Seyfettin Yildiz hat kirin.
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê, derket holê ku cîgirê midûrê lîseyekê Seyfettin Yildiz, dest avêtiye xwendekareke 19 salî. Piştî bûyer hat bihîstin, rêveberiya dibistanê der barê Yildiz de lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin û ji peywirê hat dûrxistin. Malbata xwendekarê jî li Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê giliyê Yildiz kir.
Malbatê xwest, berî ku delil bên windakirin Yildiz bê girtin.