Li Cizîrê serdanên pêvajoyê: Daxwaz û pêşniyarên hatin guhdarîkirin

Parve bike:

ŞIRNEX -  Rêxistinên DEM Partî û DBP'ê yên Şirnexê, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdana saziyên civakî yên demokratîk kirin û daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kirin.

 
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Şirnexê, di çarçoveya xebatên aştiyê de bi saziyên civakî re civiyan.
 
Şande di destpêkê de serdana Odeya Çandiniyê ya Cizîrê kir. Serokê Odeyê Ahmet Sariyildiz şande pêşwazî kir. Di hevdîtinê de mijara Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pirsgirêkên hilberînerên çandiniyê hatin nirxandin. Sariyildiz diyar kir ku ji ber hişkesalî û lehiyê rewşa çandiniyê xirab e û anî ziman ku desthilat bi polîtîkayên çandiniyê re eleqedar nabe û piştgiriyên ku berê dihatin dayîn roj bi roj tên birîn.
 
Şande piştî vir derbasî Odeya Dermansazan bû. Li wir agahî der barê qonaxa ku pêvajoya aştiyê gihîştiyê de hatin dayîn û daxwazên dermansazan hatin guhdarîkirin.
 
Di dawiyê de şandeyê serdana Baroya Şirnexê kir. Endamên şandeyê daxwaz û pêşniyarên hiqûqî yên rayedarên baroyê yên der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de guhdarî kirin û der barê mijarê de agahî dan.