Goksu yê ku tehliyeya wî 3 caran hatibû astengkirin hat tehliyekirin
- Rojane
- |
- 14 Nîsan 2026 18:35
- |
ENQERE - Ahmet Goksu yê ku bi îdîaya endamtiya rêxistinê hatibû girtin û tehliyeya wî 3 caran hatibû astengkirin, ji Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê hat tehliyekirin.
Ahmet Goksu yê ku di 18’ê Çileya 2022’yan de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, ji Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê hate tehliyekirin. Goksu yê ku tehliyeya wî sê caran hatibû taloqkirin, li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbata xwe, parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat pêşvazîkirin.
Piştî pêşvazîkirinê, Goksu û şandeya pê re ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.