800 malbatên din gihîştin Efrînê

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma sêyemîn a koçberên Efrînê ku ji 800 malbatan pêk tê gihîşt Efrînê.
 
Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29'ê Çileyê de, vê sibehê koma sêyemîn a koçberên ji Efrînê ber bi warê xwe ve bi rê ket.
 
Koçber li çerxerêya Şehîd Yusif Gulo ya rojavayê bajarê Qamişloyê kom bûn bi dehan erebe û otobusan ber bi Efrînê ve bi rê ket.
 
Piştî koçber ji Hesekê derketin, ji ber ku hejmara vegera vê carê mezin bû, weke 3 beşan ketin rê.
 
Koma yekemîn a koçberan ku ji 400 kesî pêk dihat di 9ê Adarê de û koma duyemîn jî ku ji 200 kesî pêk dihat di 4ê nîsanê de vegeriyan Efrînê.