ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2026'AN
- Rojane
- |
- 18 Nîsan 2026 09:00
- |
* Di "Memê Alan" a Evdirehîm Rehmî Hekarî de ku wekî şanoya yekem a Kurdî tê hesibandin, çîrok bi biryara şer dest pê dike û bi şaşiyeke bêveger vediguhere trajediyekê.
* Li Qoserê Bêrîvanên ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin, daxwaza çêkirina rêyên xwe kirin ku ji ber barana zêde ya vê dawiyê zirar dîtine.
* Ramazan Kiran ku piştî 33 salan ji girtîgehê derket, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan moral daye wan û got: "Divê Rêbertî di nav gel de be."
* Di ser dosyeya Remziye Bor re ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, 10 sal derbas bûn, lê hê jî pêşketinek çênebûye. Parêzerê malbatê Veysî Guneş got: "Divê edalet pêk bê, divê rastiya maddî bê eşkerekirin."
* TJA,dê ji bo Meşa Gemlîkê li Amedê kom bibe. (10.00) ZINDÎ
* Dayikên Şemiyê bi daxwaza pirsa aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û edaletê dê çalakiya xwe ya 1098’emîn a heftane li Qada Galatasaray li dar bixin. (12.00)
* Dê li bajarên Amed, Îzmîr, Riha, Êlih û navçeya Gever a Colemêrgê çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” bê lidarxistin. (12.00)
* Li Stenbol, Edene û li Enqereyê têkildarî rewşa girtiyên nexweş dê daxuyanî bê dayîn. (12.30)