Bêrîvanan xwest rêya wan a ji ber lehiyê xera bûye bê çêkirin

Parve bike:

MÊRDÎN - Li Qoserê Bêrîvanên ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin, daxwaza çêkirina rêyên xwe kirin ku ji ber barana zêde ya vê dawiyê zirar dîtine.

 
Li Emrûtê yê navçeya Qoser a Mêrdînê, xelkê herêmê debara xwe bi çandinî û xwedîkirina heywanan dikin. Jinên Bêrîvan ku bi salan e bi xwedîkirina heywanan re mijûl dibin û debara pê dikin, zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû dimînin vegotin. Aysel Bozan ku bi salan e li quntarên gundê Hecî Lutfî wekî Berîvan dixebite, tevahiya roja xwe bi xwedîkirina pez derbas dike. Aysel Bozan ku tevî zehmetiyan jî, ji Berîvaniyê hez dike, diyar kir ku ew ji bilî pez, bi dehan berxikan jî xwedî dike. Aysel Bozanê got: "Em li bendê ne ku giya zer bibe berî ku berxik bên berdin. Dema ku dibistan tên girtin, zarok ji bo çêrê berxikan dibin çiyayan." 
 
Aysel Bozan ku şeveqê zû dest bi kar dike, rûtîna xwe ya rojane wiha vegot: "Em serê sibê zû tên vir da ku pez bidoşin. Piştî dotinê, em mast û penêr çêdikin. Piştre, em pez didin şivanan da ku wan biçêrînin. Nêzîkî saet 3 an 4'ê piştî nîvro, piştî ku pez diçe çêrê, em karên xwe yên rojane yên malê dikin. Dema ku ew diqede, pez vedigere û em karê wan dikin. Piştre em amadekariyên roja din dikin."
 
Aysel Bozanê diyar kir ku rê ji ber barana biharê zirar dîtine û şêniyan bi xwe rêya zirar dîtiye tamîr kirine. Aysel Bozanê bilêv kir ku rê dîsa ji ber lehiyê zirar dîtiye û got: "Me her tim ev rê ji bo veguhestina penêr, şîr û kelûpelên din bi kar dianî. Me ew ji bo çûna nexweşxane û deverên din bi kar dianî, lê ji ber ku ev rê zirar dîtiye, jiyana me dijwar bûye. Ji ber ku rêyeke din tune ye, em hewl didin ku bi keran re heman rêyö derbas bikin. Bi gelemperî, heya navçeyê nîv saet wext dixwe, lê niha ji ber ku rê zirar dîtiye du saet wext dixwe. Em dixwazin ku ev rê were tamîrkirin."