Dosyeya Remziye Borê 10 sal in nehatiye 'ronîkirin'

Parve bike:

WAN - Di ser dosyeya Remziye Bor re ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, 10 sal derbas bûn, lê hê jî pêşketinek çênebûye. Parêzerê malbatê Veysî Guneş got: "Divê edalet pêk bê, divê rastiya maddî bê eşkerekirin."

 
Di 19'ê Nîsana 2016'an de, li Taxa Xaçort a navçeya Reyâ Armûşê ya Wanê, di serdegirtina malê de Remziye Bor ku ducanî bû, bi guleyên polîsan bi giranî birîndar bû. Remziye Bor, li nexweşxaneya sewqî wê hat kirin bi sezeryanê hat ameliyatkirin û piştî vê bi 28 rojan jiyana xwe ji dest da. 
 
Her çend deh sal di ser kuştina Remziye Bor a ji aliyê polîsan ve hat kuştin re derbas bûne jî, di dozê de tu pêşketin çênebûye. Serlêdana takekesî ya malbatê û parêzeran ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) nêzîkî pênc sal in wekî xwe ye. 
 
Parêzer Veysî Guneş li ser dozê axivî ku deh sal in berdewam dike.
 
‘DI BÛYERÊ DE REWŞÊN AWARTE'
 
Guneş diyar kir ku doz ji ber binpêkirina mafê jiyanê berdewam dike û got: "Piştî ku Remziye Bor hat kuştin, me gelek caran ji bo berfirehkirina lêpirsînê û ronîkirina mirina wê serî li dozgeriyê da. Di encama van serlêdanan de, me karî lêpirsînekê bidin destpêkirin. Lêbelê, ev lêpirsîn bêyî darizandinê bi hinceta ku Remziye Bor 'endama rêxistinê' ye hat girtin. Piştî serlêdana me, doz birin Dadgeha Destûra Bingehîn û niha di asta nirxandinê de ye. Doz bi hinceta ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin berdewam dike. Doza Remziye Borê bûyerek asayî nebû. Me fêm kir ku di destpêka bûyerê de tiştên awarte qewimîne."
 
‘LI KURDISTANÊ PRATÎKA BÊCEZATIYÊ DIDOME'
 
Guneş bal kişand ser binpêkirinên cidî yên ku di qonaxa lêpirsîna dozê de qewimîne û got: "Ev doz dozek e ku dewletê erkê xwe yê parastina mafê jiyanê binpê kiriye. Ev nîşana têkçûna dewletê di meşandina lêpirsîneke bibandor û berdewamiya pratîka bêcezatiyê li Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, me pêvajoyek bê lêpirsîn dît. Tewra lêpirsînên heyî ne bi serbixwe û ne jî bibandor hatin kirin. Di berhevkirina delîlan, guhdarîkirina şahidan û zelalkirina hemû aliyên bûyerê de kêmasiyên cidî hene. Di heman demê de, xala 2'yan a DMME'yê bi eşkereyî hatiye binpêkirin. Hewldana me ya berdewam ji bo eşkerekirina rastiyê ew e ku em berpirsiyaran bînin ber dadgehê û wan bidin darizandin. Ya herî girîng, ew e ku em dawî li siyaseta bêcezatiyê bînin."
 
Guneş anî ziman ku hemû saziyên dewletê ser bûyerê girtin û bi bîr xist ku doz zêdetirî 5 sal in li Dadgeha Destûra Bingehîn e û hîn jî biryar nehatiye dayîn. Guneş got: "Pirsgirêka herî bingehîn binpêkirina mafê lêpirsîneke bibandor e. Têkoşîna me ya ji bo rastiyê ji bo Remziye Borê û warisên wê bi salan e berdewam dike. 5 sal derbas bûne, lê hîn jî nehatiye çareserkirin."
 
‘DI CIVAKÊ DE DIBE SEDEMA BÊBAWERIYÊ'
 
Guneş diyar kir ku ev rewş bûye sedema windabûneke cidî ya baweriyê di civakê de û got ku civakeke demokratîk tenê bi têgihîştineke demokratîk a hiqûqê dikare bê avakirin. Guneş got: "Dema ku dor tê ser berpirsiyariya rayedarên giştî, refleksa mekanîzmaya dadweriyê li Tirkiyeyê pirî caran ew e ku vê binpêkirinê û vê berpirsiyariyê veşêre li şûna ku rastiyê eşkere bike. Û ev rewş di civakê de dibe sedema bêbaweriyeke cidî."
 
‘DIVÊ RASTÎ DERKEVE HOLÊ'
 
Guneş destnîşan kir ku ev pêvajoya ku tê nîqaşkirin rasterast bi mafê jiyanê û serweriya hiqûqê ya jinan li Kurdistanê ve girêdayî ye û got ku ev doz di heman demê de wekî "kaxeza tûrnûsolê ye" ji bo îdiaya dewletê ya ji bo civakeke demokratîk kar dike.
 
Guneş got: "Ev doz ne tenê lêgerîna edaletê ji hêla kesek an malbatekê ve ye. Em hêvî dikin ku rastî bi tevahî bê eşkerekirin, kesên berpirsiyar bi bandor bên darizandin û siyaseta bêcezatiyê bi dawî bibe. Ger em karibin van tiştan bi vê dozê bi dest bixin, em ê bi rastî di îdiaya xwe ya ji bo civakeke demokratîk de dilsoziya xwe nîşan bidin. Û ew mekanîzmaya darazê ye ku dê vê yekê misoger bike." 
 
MA / Ozlem Yacan - Bîlal Babat