STENBOL - Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan di peyama ku ji bo konferansa li Stenbolê ra şandî go: “Xurtkirina aştiya civakî û dewleta hiqûqî berpirsiyariya me hemûyan e.” Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu jî got: “Ez her cure xebatên fikrî û sivîl ên ji bo xurtkirina demokrasî, dewleta hiqûqê, edalet û aştiya civakî hêja dibînim.”
Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li Eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoya Stenbolê “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de” dest pê kir. Di konferansa ku dê 2 rojan bidome de gelek rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û kesayetên navdar li ser gelek mijaran gotûbêje bikin. Gelek kes di konferansê de amade bûn. Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir jî beşdarî konferansê bûn. Li eywana konferansê bi gelek zimanan pankartên li ser mijara konferansê dinivisînin hatin daliqandin. Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu ji bo konferansê peyam şandin.
Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan jî di peyama xwe de destnîşan kir ku divê dewlet bi pirsgirêkên raboriyê re rû bi rû bimîne û pirsgirêka Kurd bi hişmendiyeke ewlekariyê nayê çareserkirin: “Dewleta bihêz ew dewlet e ku pirsgirêkan înkar nake, wan bi rêbazên demokratîk çareser dike. Divê pirsgirêka Kurd jî bi vê têgihiştinê bê destgirtin. Daxistina meseleyê di asta mijareke ewlekariyê de û dîtina wê wekî pirsgirêka beşeke diyar, bi Tirkiyeyê daye windakirin. Ji mafê zimanê dayikê û mafên çandî bigire heta demokrasiya herêmî û ewlehiya hiqûqî, divê em daxwazên welatiyên xwe bikin mijara siyaseta demokratîk.”
Serokê Giştî yê Partiya Gelecek’ê Ahmet Davutoglu jî di peyama ku ji konferansê re şandiye de diyar kir ku ew her cure xebatên fikrî û sivîl ên ji bo xurtkirina demokrasî, dewleta hiqûqê, edalet û aştiya civakî hêja dibîne. Davutoglu destnîşan kir ku hevdîtina perspektîfên cuda yên siyasî li derdora xeyaleke hevpar a pêşerojê, wê tevkariyeke mezin bide çanda demokrasiyê û lihevhatina civakî.