NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li Enqere û li Stenbolê de bal hate kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Sabrî Yavuz û Oktay Koça û hate destnîşankirin ku ragirtina wan a li girtîgehê binpêkirina mafê jiyanê ye.
Li Enqere û li Stenbolê çalakiyên têkildarî rewşa girtiyên nexweş vê hefteyê jî hatin lidarxistin. Di çalakiya li Enqereyê de bal hate kişandin ser rewşa girtî Sabrî Yavuz û di çalakiya li Stenbolê de jî bal hate kişandin ser rewşa girtî Okatay Koçak û hate xwestin ku divê tavilê bên tehliyekirin.
EQNERE
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 614’emîn a çalakiya xwe de têkildarî rewşa girtiyê nexweş Sabrî Yavuz li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên înîsiyatîfê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Tedawî maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin’ hate daliqandin. Daxuyaniyê rêverbera şaxa ÎHDê ya Enqereyê Asli Saraç xwend.
Asli Saraç da zanîn ku Sabrî Yavuz 77 saliye û nexweşiyên wî yên giran hene û wiha got: “Sabrî Yavuz di Girtigeha Girtî ya hejmar 2 a Ewlehiya Bilind a Sîncanê de ye û 9 sal in di girtigehe de ye. Ji ber temene wî ye mezin û nexweşiyên giran jî peyda bûye lê hejî di girtigehe de tê ragirtin. Nexweşiyên wek hepatit-B, tuberkîloz, prostat, pirsgirêka kesika safrayê û çavên wî de katarak heye. Di 16’ê Mijdara 2022’yan de emeliyata îgnuîal hernî bûye, piştî emeliyatê dest û lingên wî bi kelemçe hatiyê hiştin. Divê piştî emeliyatê di bin çavdêriyeke rêk û pêk de bibûya lê bi wî halê rewşa giran wî birine girtîgehê. Her wiha demeke dirêj jî ji devê wî xwîn tê. Sedeme vê yekê bi zelalî nayê zanîn.”
‘DIVÊ WERE TEDAWÎKIRIN’
Asli Saraç diyar kir ku Sabrî Yavuz nexweşeke giran e loma divê xwe bigihîne dermankirineke pêwîst û ev tişt anî ziman: “Sabrî Yavuz her wiha pirsgirêkên diranan jî dijî. Ji bo diranên xwe tedawî nabîne û ji bo kataraka di çavên vî de jî wî nabin kontrolê. Ji ber temenê Sabrî Yavuz mezin e kêmasiya vîtamîna D yê dijî, divê xwe bigihine tava rojê lê tena serê xwe di hûcreyekê de dimîne. Her wiha şibakên hûcreyên ku têde ye hatiye tarîkirin û tirêjên rojê nakevin hundir. Rewşa wî giran e ji ber vê mayîna wî ya li girtîgehê binpêkirina mafê tenduristî û jiyanê ye. Daxwaza me zelal e divê Sabrî Yavuz tavilê bê berdan. Divê berpirsiyar li gorî mafê mirovan û jiyana rûmet tevbigerin.”
Çalakî bi dirûşmên ‘Tedawî maf e divê neyê astengkirin’ û ‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’ bi dawî bû.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê di hefteya 742’yan a çalakiya “Rûniştina F” de, li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglu ya Stenbolê kom bû. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Okay Koçak ê ku li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin. Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nazim Dîlkbaş ve hate xwendin. Dîkbaş diyar kir ku gelek nexweşiyên Koçak ehen û ev tişt got: “Ji ber dermanê ku bikar tîne û stresê pirsgirêkên wî yên derûnî hee. Ji ber nexweşiya Parkînsonê dilerize û nikare xwarinê bixwe û pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bike. Divê Okay bi rêkûpêk were tedawîkirin û lênihirtina wî were kirin. Divê tavilê Okay Koçak bê berdan û tedawîkirin.”
Daxuyanî bi dirûşman ve bi dawî bû.