NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê di çalakiya d“Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” vê hefteyê pirsa aqûbeta windayan û daxwaza darizandina faîlan kirin.
Her hefte li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” tên birêvebirin û daxwaza dîtina windayan û girtin-darizandina faîlan tê kirin. Vê hefteyê jî Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê xwestin winda bên dîtin û faîl bên darizandin dubare kir. Her wiha li Îzmîrê çalakiya ji du hefteyan carekê tê lidarxistin, vê hefteyê berdewam kir.
AMED
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 905’emîn de berdewam kirin. Xizmên Windayan li pêşberî Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê çalakiya xwe lidar xistin û tevî xizmên windayan, endam û rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê, Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB), Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendûrîstiyê (SES) û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û wêneyê kedkarên tendûristiyê Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku kujerên kedkarên tendûristiyê Mehmet Emîn Ayhan ê ku di 21’ê Hezîrana 1993’yan de li navçeya Farqîn a Amedê ji aliyê Hîzbûlahê ve hate qetilkirin û Hamît Pamûk ê ku di 21’ê Hezîrana 1993’yan de li navçeya Rezan a Amedê hate qetilkirin werin dîtin û darizandin.
Endamê TTB’ê Şerîf Demîr axaftinê xwe kirin û çîroka windayan Endamê Lijneya Rêveberiyê ya ÎHD’ê Alî Îhsan Demîrtaş xwend.
Di çalakiyê de ewilî Hevserokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz axivî û wiha got: “Wekî parêzvanên mafên mirovan, em tînin ziman ku divê hemû sûcên hatine kirin bi her hûrgiliya xwe ve derxînin holê. Em destnîşan dikin ku di vê mijarê de divê tu cudahî neyê kirin.”
‘EM AŞTIYEK BIRÛMET DIXWAZIN’
Piştre Serokê DTO’yê Dr. Veysî Ulgen diyar kir ku Mehmet Emîn Ayhan, wekî pisporekî nexweşiyên hundirîn li Farqînê dixebitî û got: “Mirovên bêguneh dema diçûn ser karê xwe an jî ji kar vedigeriyan, dihatin gule baran kirin. Bi tu awayî kesên ku wê demê ew mirov gule baran dikirin, nedihatin tespîtkirin. Li navenda bajêr rojên wisa bûn ku mirov bi guleyên ku ji wan re ‘guleyên tarî’ dihat gotin, lê di rastiyê de qet ne tarî bûn, dihatin qetilkirin. Ji bo mehkûmkirina sîstem û pergala ku wan ber bi mirinê ve dibe têdikoşin. Bêguman bila faîl jî werin dîtin, werin darizandin, lê em bi taybetî ji bo bi dawîbûna pêvajoyên ku faîl van cînayetan bi hêsanî pêk tînin; ango hawîrdora şer, hawîrdora pevçûnê, hawîrdora antî-demokratîk têdikoşin. Di vê wateyê de em hîn jî aştiyeke bi rûmet dixwazin.”
Piştre rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş çîroka Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk xwend. Alî Îhsan Demîrtaş destnîşan kir ku çend sal derbas bibin bila bibin dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadin.
Çalakî bi deqîqeyekî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlih di hefteya 741emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê çalakiya xwe li dar xistin. Xizmên Windayan û ÎHDê vê hefteyê li aqûbeta Dr. Mehmet Emîn Ayhan ê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê dixebitî di 10’ê Hezîrana 1992’yan de li mala xwe ya li navçeya Farqînê ya Amedê ji aliyê Hîzbûllahê ve hate kuştin pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatibûn kuştin û windakirin hildan. Endamê ÎHD’a Êlihê Sedat Yildirim çîroka Dr. Mehmet Emîn Ayhan xwend.
Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya xwe ya bi daxwaza ‘Bila winda werin dîtin, faîl bên darizandin’ ku di hefteya 231’an de ye, li Kolana Hunerê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin, pankarta ‘Bila winda werin dîtin, faîl bên darizandin’ hat vekirin. Xizmên Windayan, parastvanên mafên mirovan û nûnerên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Siddik Baysal ku di 7 Hezîrana 1994’an de ji bo kirîna sewalan çûye herêma Oremarê û careke din agahî jê nehatiye girtin, hate pirsîn. Metna daxuyaniyê endamê ÎHD’ê yê Colemêrgê Dudar Koç xwend.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê di 45’emîn salvegera darvekirina Veysel Guney de bal kişand ser windakirina cenazeyê wî û diyar kir ku ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bi ti awayî nakeve bin demboriyê. Di 45’emîn salvegera darvekirin û windakirina cenazeyê Veysel Guney de, li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Evrîm Kubîlay ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Veysel Guney di 24 saliya xwe de, piştî darbeya 12’yê Îlonê, bêyî ku tu delîl di destan de hebin û mafê parastinê jê re bê naskirin, di danişîna duyemîn de hatiye darvekirin. Her wiha hat gotin ku piştî darvekirinê di 10’ê Hezîrana 1981’ê de, cenazeyê wî radestî Yûzbaşî Burhan Erdem hatiye kirin û ji wê demê ve winda ye.
Evrîm Kubîlay di daxuyaniyê de bal kişand ser windakirina cenaze û destnîşan kir ku darvekirin û windakirina Veysel Guney sûcekî li dijî mirovahiyê ye û ev sûc bi tu awayî nakeve bin demboriyê û got: “Ji vî sûcî Kenan Evren, heyeta dadgeha leşkerî, Fermandarê Dîlokê û Yûzbaşî Burhan Erdem berpirsiyar in.”
Evrîm Kubîlay daxuyaniyê wiha domand: “Her wiha di sala 2006’an de gorek bi jimara 105341 hatiye vekirin, lê rapora Saziya Tiba Adlî ya ku îdia dikir tu têkiliya xwînê di navbera cenaze û malbatê de tune ye, ev rewş di nav gel û malbata Veysel Guney de gumanên mezin çêkirine.”
Evrîm Kubîlay bi bîr xist ku dayika wî Zeynep Guney di sala 2012’an de û bavê wî Alî Guney di sala 2014’an de bêyî ku bigihîjin gora kurê xwe ji dinyayê koç kirine û got: “Em ê her tim pirsa ‘Tirb li ku derê ye?’ bipirsin û ji bo dîtina gora wî têkoşîna xwe bidomînin.”
Di dawiyê de Evrîm Kubîlay bang li meqamên dadweriyê kir ku ji bo darizandina hemû berpirsiyaran lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin.
Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.