ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2026'AN

Parve bike:
* Dema çinîna şebeşên Amedê ku bi mezinbûn û çêja xwe navdar e dest pê kir. Her wiha ji ber erzanbûna fiyetên şebeşan û zêdebûna lêçûnan, hilberîner zehmetiyê dikişînin. 
 
* Li Rihayê nexweşxaneya bajêr ku ji bo wê 8 milyar û 752 milyon û 450 TL hat xerckirin, 11 sal in hê nehatiye vekirin. 
 
* Li zozanên navçeya Qaqizmanê dema dirûtina giya dest pê kir. 
 
* Li Xozatê Dêra Ermeniyan ya hezar û 300 salî ji ber bêxwdîtiyê bi hilweşînê re rû bi rû ye. 
 
* Li Amed, Îzmîr û li Êlihê dê çalakaiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bê darizandin” berdewam bike. (12.00)
 
* Dayikên Şemiyê ji bo pirsa aqûbeta windakiriyan û darizandina berpirsan dê çalakiya xwe ya heftaneya ya 1107’emîn li Qada Galatasaray a li Beyoglu li dar bixin. (12.00)
 
* Li Enqere û li Stenbolê têkildarî girtiyên nexweş dê daxuyanî bê dayîn. (13.00)
 
* Nobeda li dijî projeya JES'ê ya li Gimgimê dö dı roja 63'yemîn de bidome. (12.00-21.00)