Nexweşxaneya bajêr a Rihayê: 11 sal derbas bûn hê nehatiye temamkirin

Parve bike:

RIHA - Li Rihayê nexweşxaneya bajêr ku ji bo wê 8 milyar û 752 milyon û 450 TL hat xerckirin, 11 sal in hê nehatiye vekirin. 

 
Projeya nexweşxaneya bajêr a li Rihayê ku demeke dirêjê didome, 11 sal in hîn jî neqediyaye. Di 25'ê Gulana 2015'an de, Serokkomar Tayyip Erdogan di axaftineke xwe ya li Rihayê de ev proje ji raya giştî re ragihandibû û gotibû: "Nexweşxaneyên bajêr hewes û evîna min a mezin in."
 
Her çend merasîma danîna hîmê nexweşxaneyê di heman rojê de hat lidarxistin jî, piştre derket holê ku ji bo projeyê tu plan an budçeyeke rastîn tune ye. Erdogan di sala 2020'î de careke din serdana Rihayê kir û bi gotina ku wî "ferman nû kiriye", careke din soz da ku nexweşxaneya bajêr ava çêbike.
 
ŞÎRKETÊ PEYMANÊ FESIX KIR
 
Piştî soza Erdogan, ber bi dawiya heman salê ve, ji bo nexweşxaneyeke bajêr a xwedî kapasîteya hezar û 700 nivînan, bi lezgînî îhaleyek hat lidarxistin. Şîrketa YDA Înşaatê bi 1 milyar û 868 milyon û 450 hezar TL'yî îhaleya ku di 16'ê Kanûna 2020'î de ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Veberhênanên Tenduristiyê ve hatibû kirin, bi dest xist. Her çend di şertên îhaleyê de hatibû diyarkirin ku divê nexweşxane di nava sê salan de were temamkirin jî, şirketê avahîsazî nîvco hişt. Şirketê bi hinceta guhertinên aborî yên cîhanî û neteweyî û her wiha zêdebûna lêçûnan, peymanê betal kir û bi bikaranîna biryarnameyên têkildarî fesixkirina peymanan, dest ji peymanê berda.
 
HEMAN ŞÎRKET Û ÎHALEYA DUYEM 
 
Di Nîsana 2025'an de ji bo temamkirina avakirina nexweşxaneyê ku demek dirêj bû yek mîxek jî lê nehatibû xistin, îhaleyeke nû hat çêkirin. Şîrketa YDA Înşaatê Ş. îhaleya nû wergirt. Bi misogerkirina peymana 6 milyar û 884 milyon TL'yî, şîrket soz da ku di nav salekê de nexweşxaneyê amade çêbike ji bo karanînê. Lêbelê, her çend dema dawî ya vê sozê di Nîsanê de qediya jî, binesaziya nexweşxaneyê û xemilandina peyzajê hîn neqediyaye û sazkirina alavên bijîşkî hîn jî nehatine temamkirin. 
 
Karmendên tenduristiyê yên ku meha borî hatibûn erkdarkirin, ji ber kêmasiya dezgeh û binesaziya fizîkî ya nexweşxaneyê, bo nexweşxaneyên din ên bajêr hatin veguhestin. Niha karê çêkirina rêya derdorê û sererastkirina derdora nexweşxaneyê didome û di heman demê de pêvajoya temamkirin û sazkirina amûrên nexweşxaneyê jî berdewam e. Tê ragihandin ku nexweşxane bi îhtîmaleke mezin dê heta dawiya salê ji bo xizmetê bê vekirin.
 
MA / Omer Akin