7 sal in li cenazeyê kurê xwe digere

Parve bike:

MÊRDÎN – Emîne Aydogan, dayika Dijwar Aydogan ê YPG'î yê ku di sala 2019'an de li Efrînê di şer de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî radestî malbata wî nehatiye kirin, got: "Heft sal in ez li cenazeyê kurê xwe diğerim. Tenê dixwazim goreke wî hebe. Berî bimirim dixwazim axa wî hemêz bikim." 

 
Tevî ku heft sal derbas bûne, cenazeyê Dijwar Aydogan (Rênas) ê YPG'î ku di êrişên sala 2019'an ên Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê de li dijî bajarê Efrînê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabû, hîn jî radestî malbata wî nehatiye kirin. Malbata Aydogan ku li gundê Barmanê yê navçeya Stewrê yê Mêrdînê dijî, dema ku bi salan li benda wergirtina cenazeyê kurê xwe bûn, agahdariyeke fermî ya cara duyemîn hat şandin ji Rêveberiya Navenda Ewlehiya Civakî ya Artukluyê wergirtin. Di vê agahdariyê de daxwaza dayîna 80 hezar û 333 TL wekî primên Sigorteya Tenduristiyê ya Giştî (GSS) bi navê Dijwar Aydogan dihat kirin. Di agahdariyê de hat diyarkirin ku ev deyn ji 20'ê Gulana 2026'an û pê ve kom bûye. Li hemberî vê rewşê, malbata Aydogan mîqdara diyarkirî da, lê daxwaz kir ku dewlet çarenivîsa kurê wan eşkere bike. Malbata Aydogan ku mirina wî bi awayekî fermî nehatiye tomarkirin, bang li rayedaran kir ku cenazeyê ku ew ev heft sal in lê diğerin, radestî wan bikin.
 
Dayika wî, Emine Aydogan, anî ziman ku heft sal in li benda cenazeyê kurê xwe ye û wiha got: "Kurê min li malê mirovekî pir baş bû. Wî hemû karên malê dikir û tu carî em bê alîkarî nedihîştin; hem alîkariya me û hem jî ya hevalên xwe dikir. Ew ne kesekî wiha bû ku zirarê bide kesekî; ciwanekî pir aram bû. Kurê min di têkoşîneke mafdar de jiyana xwe ji dest da. Hîn jî zarokên me hene ku cenazeyên wan nehatine dîtin. Gundên me hatin şewitandin û valakirin. Dilê dayikan şewitî. Lê belê, tu carî ji têkoşîna kurê xwe ne poşman im." 
 
'HÊ JÎ MIN MIHÊN DIJWAR NEFIROTINE'
 
Emine Aydoganê bi bîr xist ku wê di nava van heft salên borî de bi baldarî mihên kurê xwe xwedî kirine û got: "Ez bi xwe nexweş bûm. Yek ji kurên min ên din di sala 2016'an de tenê ji ber parvekirina wêneyekî birayê xwe hatibû girtin û yê din jî li leşkeriyê bû. Ji ber vê yekê, min di xwedîkirina heywanan de zehmetiyên kişand. Bavê wan hat û got, 'Ez ê pez bifiroşim.' Min rê neda vê yekê. Min got, 'Ev pezên Dijwar in.' Hîn jî min ew nefirotine. Ez li wan dinêrim ji ber ku bêhna kurê min ji wan tê; ew niha bûne çavkaniya teseliya min."
 
'NE CENAZE, NE ŞÎN NE JÎ GOR HEYE'
 
Emine Aydoganê diyar kir ku wê nûçeya mirina kurê xwe ji televîzyonê bihîstiye û got: "Piştî ku ew di sala 2014'an de çû, me şeş salan car caran bi hev re diaxivî. Lêbelê, di şeş-heft salên dawî de, min ne ew dît û ne jî pê re axivîm. Min nûçeya mirina wî ji televîzyonê bihîst; wan wêneyê wî nîşan dan û navê wî ragihandin. Min tavilê der barê cenazeyê wî de pirsî, lê wan ew nedan min. Ez niha nizanim cenazeyê wî li ku ye. Ew di êrişeke hewayî ya li Efrînê de jiyana xwe ji dest da. Wan destûr nedan ku em şînê deynin. Ji ber vê me li malê şîn danî. Ne cenaze hebû, ne jî gor. Weke dayikekê, min êşeke mezin kişand."
      
Emine Aydogan ku behsa têkoşîna xwe ya bi salan a ji bo gora kurê xwe kir û wiha berdewam kir: "Çawa ku ew zarokê min e, hemû zarokên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane jî zarokên min in. Her wiha, kurê min jî kurê dayikên e. Ez tenê gorekê ji bo kurê xwe dixwazim. Ez her roj diçim goristanê. Gora kurê min tune ye, lê ya hevalên wî heye; ez xwe li ser gorên wan teselî dikim. Lê dîsa jî, ez dixwazim ku gora kurê min hebe. Kurê min bi salan li van çiyayan şivantî kir. Niha, li ku derê dinêrim ez bêhna wî hîs dikim. Ji ber vê yekê ez li pezê wî dinêrim û di wan de aramiyê dibînim. Hêvî dikim ku rojekê gora kurö min were dîtin. Berî ku ez bimirim, dixwazim biçim ser gora wî, axa wi hembêz bikim." 
 
MA / Haşîm Abak