Dêra Ermeniyan a hezar û 300 salî hindik maye hilweşe

Parve bike:

DÊRSIM- Li Xozatê Dêra Ermeniyan ya hezar û 300 salî ji ber bêxwdîtiyê bi hilweşînê re rû bi rû ye. 

 
Li gundê Ergen ê Xozat a Dêrsimê, Dêra Ermgenê ya hezar û 300 salî bi hilweşînê re rû bi rû ye. Kevir û nexşên li ser keviran ên ji dêrê mayî, hêjayî dîtinê ne. Lê belê, kevirên dêrê an hatine texrîbkirin, an dizîn an jî li ser wan nivîs hatine nivîsandin. 
 
Ji bo parastina dêrê di sala 2012'an de serî li Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajêr û Lijneya Parastina Heyînên Çandî ya Erziromê hatiye dayîn, lê belê ji bo parastina wê tu gav nehatine avêtin. Her wiha dêr ji bo Elewiyên herêmê jî girîng e. Elewiyên li herêmê jî dêrê wekî îbadetxaneyê dibînin û diçin dêrê çeraxê dikin. 
 
MA / Ûgûrcan Boztaş