ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2026'AN

Parve bike:

* Parêzeran diyar kirin ku derxistina xalên têkildarî nefeqeyê ji Pakêta Darazê ya 12'an encama têkoşîna jinan e û gotin: "Lê belê, em bawer dikin ku ew ê tim derkevin pêşiya me. Lewma divê em bi awayekî xurt xwedî li mafên xwe derkevin."

* Parêzer Muhammed Akar diyar kir ku di demên dawî de li Kurdistanê zêdebûna bikaranîna tiryakê, fuhûşê û torên sûcên rêxistinkirî ne tesaduf e û got: "Nêzîkî 450 hezar kes di girtîgehan de ne. Beşeke girîng a van, ji ber tiryakê girtî ne."
 
* Didem Beyaz ku di sala 2024'an de ji mamostetiya Zanistên Civakê mezûn bû, piştî ku nekarî wekî mamoste bê tayînkirin, ji bo debara xwe bike li bazarê dest bi firotina tiştên destkariyê kir. 
 
* Enes Cengiz anî ziman ku bi rêbazên kevneşopî salê 150 ton xwêya kevirî hildiberînin û got: "Ez debara malbata xwe bi vê dikim. Hilberîna xwêya kevirî ne tenê ji bo me, ji bo gelek malbatên gund jî çavkaniyeke dahatê ye."
 
* Qirêjbûna jîngehê ya li Baxçeyên Hewselê ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digirin, gihîştiye asteke berbiçav. 
 
*Yûsûf Çakas, parêzerê Mahîr Can Ada yê ku li Cizîrê hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin, anî ziman ku dê der barê bijîşkê ku tevî derbên li ser laşê muwekîlê wê û lingê wî yê alçîkirî jî rapora "derbkirin tune ye" daye de, bi sûcê "peywira xwe xirab bi kar aniye" gilî kirine. 
 
* Nobeda li dijî projeya JES'ê ya li Gimgimê dê di roja 79'emîn de bidome. (12.00-21.00)
 
* Dê kesên di Komkkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ki dest dane, li bajarên xwe li ser gorên xwe bên bibîranîn. (12.00-18.00)