Mamosteya netayinkirî hewl dide li bazarê debara xwe bike

Parve bike:
HATAY – Didem Beyaz ku di sala 2024'an de ji mamostetiya Zanistên Civakê mezûn bû, piştî ku nekarî wekî mamoste bê tayînkirin, ji bo debara xwe bike li bazarê dest bi firotina tiştên destkariyê kir. 
 
Mamosteya Zanistên Civakê Didem Beyaz a 26 salî, ji ber nehatiye tayinkirin di warê aborî de zehmetiyê dikişîne. Didem Beyaz, ji bo karibe debara xwe bike li bazarê tiştên destkariyê difiroşe. Didem Beyaz ku di sala 2024'an de ji Zanîngeha Mustafa Kemal mezûn bû, di demên xwe yên vala de bi dayîna dersên taybet û firotina tiştên xemilandinê (bijûterî) li bazareke ku ji aliyê jinan ve tê lidarxistin, debara xwe dike. Piştî ku mezûn bû û nehat tayinkirin, wê demekê wekî "mamosteya biheq" kar kir. Didem Beyazê behsa wê têkoşîna ku niha li bazarê dimeşîne, kir.
 
Didem Beyazê diyar kir ku tevî zehmetiyên mezin ên darayî, malbata wê piştgirî daye xwendina wê û bavê wê bi karên rojane debara malê kiriye û da zanîn ku di salên zanîngehê de, ew neçar man e ku hem li hemberî pandemiya koronavirusê û hem jî li hemberî karesata erdhejê têbikoşin. Wekî yek ji wan bi sedan hezar mamosteyên ku piştî mezûnbûnê nehatine tayînkirin, Didem Beyazê behsa têkoşîna xwe ya ji bo dabînkirina debarê bi rêya karê li dezgehên bazarê û kermesan kir. Didem Beyazê bal kişand ser nelirêtiyan û nebûna bêliyaqatê di polîtîkaya tayînkirinê ya Wezareta Perwerdehiyê de û destnîşan kir ku hewl tê dayîn kêmasiya mamosteyan li dibistanan bi kadroyên bêliyaqat ên ne mezûnê Fakulteya Perwerdehiyê bê tijekirin. Didem Beyazê got: "Em hemû dizanin ku li hemû beşan, çi di warê Zanistên Civakê, an jî zimanê Tirkî de, kêmasî hene. Lêbelê, ew hewl didin van valahiyan bi 'mamosteyên biheq' tijî bikin. Dibe ku ew difikirin ku niha serkeftî ne, lê bêguman ev yek dê di dawiyê de zirarê bide wan bi xwe. Di rastiyê de, gelek caran ev pozîsyonên mamostetiyê yên bi pere jî ji aliyê kesên ku ne xwediyê pisporiya mijarê ne an jî bawernameya Fakulteya Perwerdehiyê nînin, tên tijekirin. Li wir jî bêedaleti heye."
 
Didem Beyazê got: "Ew xwendekarên ku ez dersê didim wan, dema min li vir bi vî awayî dibînin, şaş dimînin. Malbatên wan rewşê fêm dikin, ji ber ku ew ji krîza aborî agahdar in. Mirov bi xwezayî dixwaze pîşeya xwe bike, lê em pir caran neçar dimînin ku berê xwe bidin karên din. Tevî hemû krîzên aborî û civakî, divê jin xwe ji xebatên berhemdar dûr nexin; divê ew li ser lingên xwe bisekinin. Mixabin, welatê me parastineke têrker ji bo jinan peyda nake û kesên ku der barê tiştên kişandine de dengê xwe dernaxin jî hene. Bi rastî, divê em têkoşîna xwe bidin bihîstin. Bi zelalî, pêwîst e hemû jin bi awayekî bi hev re dengê xwe bilind bikin. Divê ew tenê xwe veşêrin û bi bêdengî êşê nekişînin. Divê her kes dengê xwe bide bihîstin."