AMED - Parêzer Muhammed Akar diyar kir ku di demên dawî de li Kurdistanê zêdebûna bikaranîna tiryakê, fuhûşê û torên sûcên rêxistinkirî ne tesaduf e û got: "Nêzîkî 450 hezar kes di girtîgehan de ne. Beşeke girîng a van, ji ber tiryakê girtî ne."
Ji bajarên Kurdistanê yên polîtîkayên şerê taybet lê zêde bûne, yek jê jî Amed e. Li bajêr ku bi taybetî di salên dawî de tiryak, fuhûş, qumar û torên sûcên rêxistinkirî lê zêde bûne, êdî zarok jî tiryakê bi kar tînin. Me der barê van dosyeyên taybet û belavbûna bikaranîna tiryakê, bi parêzer Muhammed Akar re axivî ku demeke dirêj e dosyeyên têkildarî tiryakê yên li Amedê û bajarên din dimeşîne.
Akar diyar kir ku li pişt vê rewşa li Kurdistanê polîtîkayên ku avaniya civakî hedef digirin hene û got ku polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tên meşandin, bi taybetî ciwanan û hevgirtina civakî hedef digirin.
‘MAFYA TÊN PARASTIN'
Akar bal kişand ser wê yekê ku tevî cezayên ji asta Ewropayê girantir jî, bazirganiya narkotîkê li Tirkiyeyê nehatiye astengkirin û diyar kir ku pirsgirêka bingehîn ne giraniya cezayan e, nemudaxileya li mafya û komên rantxur e ku bazirganiya tiryakê bi rê ve dibin. Akar da zanîn ku bikarhêner û firoşkarên asta jêrîn ku di bazirganiya tiryakê de xelekên herî lawaz in, girtîgehan tijî dikin û got: "Îro nêzîkî 450 hezar kes di girtîgehan de ne. Beşeke girîng a wan ji ber sûcên têkildarî tiryakê girtî ne. Lê belê, ew aliyên ku divê bi rastî têkoşîn li dijî wan were meşandin, rêxistinên mafyayê ne ku ji vê bazirganiyê qezencên mezin bi dest dixin."
Akar destnîşan kir ku têkoşîna li dijî tiryakê niha li ser cezakirinê ye û got ku divê tiryak wekî nexweşiyekê bê dîtin. Akar bal kişand ser kêmasiya navendên rehabîlîtasyonê û destnîşan kir ku pêwîst e tiryak berî şandina girtîgehê dermankirinê bibînin. Akar got: "Malbat, rêveberiyên herêmî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên giştî divê di vê têkoşînê de eniyeke yekgirtî ava bikin." Akar di mijara qerebalixiya girtîgehan a ji ber sûc çêdibe de, destnîşan kir ku polîtîkayên cezayî yên heyî ji bilî ku pirsgirêkê nedîtî dikin, tiştekî din nakin û wiha got: "Hûn nekarin tenê bi girtina mirovan civakê biparêzin. Pêdivî ye ku polîtîkayên civakî yên ku armanc dikin ku sûcdaran ji nû ve entegre bikin nav civakê bên pêşxistin."
POLÎTÎKAYÊN ŞER
Akar diyar kir ku derketina torên madeyên hişber û sûcên rêxistinkirî li bajarên Kurdistanê nayê wê wateyê ku mirov wan li derî pêvajoya dîrokî cuda binirxîne û bal kişand ser wê yekê ku pevçûna nêzîkî nîv sedsalê berdewam kir, ziyaneke mezin daye tevna civakî. Akar destnîşan kir ku pêvajoyên wekî valakirina gundan, koçberiya bi darê zorê, xizaniya aborî, erdhej û pandemiyê, mekanîzmayên kontrola civakî lawaz kirine û bi vî awayî qada tevgerînê ya mafyayan û rêxistinên sûc berfireh kirine.
‘BERDEWAMIYA POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET E'
Akar anî ziman ku bazirganiya tiryakê, fuhûş û zêdebûna çeteyan nikarin ji polîtîkayên "şerê taybet" ên li Kurdistanê tên meşandin cuda werin nirxandin û bûyera Susurlukê ya salên 1990'î û têkiliyên dewlet-mafya yên wê demê bi bîr anî. Akar bal kişand ser wê yekê ku dozên qanûnî hene ku tevlîbûna gelek cerdevanên gundan di bazirganiya tiryakê de, ji rabirdûyê heta niha, belge dikin û destnîşan kir ku koka tevgerên mîna yên mafyayê yên îro, digihîje wê demê. Akar got: "Ev ne tenê pirsgirêkeke darazê ye; ev berdewamiya polîtîkayên şerê taybet e ku armanca wan têkbirina tevna civakî û bêrêxistin û bêhêvî hiştina ciwanan e."
Akar her wiha bal kişand ser binçavkirina bi sedan kesan li Amedê di çarçoveya operasyonên navenda wan Stenbol e û diyar kir ku ne tesadûf e ku beşeke girîng a lêpirsînên li ser sûcên rêxistinkirî, ber bi bajarên Kurdistanê ve dirêj bûne.
BANGAWAZÎ
Akar, bal kişand ser pêwîstiya amadekirina planeke çalakiyê ya hevpar ji aliyê şaredarî, rêxistinên pîşeyî, saziyên tenduristiyê, muxtaran û civaka sivîl ve sekinî û diyar kir ku encam tenê bi rêya polîtîkayên "ewlehiyê" nayên bidestxistin. Akar bal kişand ser wê yekê ku divê civînên taxan, meclisên bajêr û kombûnên gel bên berfirehkirin û got: "Gelê Amedê demên gelek dijwar derbas kirin, lê serî netewand. Eger zemîneke hevpar a têkoşînê ku dayik, ciwan, jin û hemû dînamîkên civakî yên bajêr li xwe digire, bê avakirin, wê demê dikare li dijî tiryakê û çeteyan berxwedaneke civakî ya xurt bê pêkanîn."