Tevî şopa îşkenceyê û lingê şikestî jî rapora 'derb tune ye' hat dayîn

Parve bike:
 
 
ÇEWLÎG - Yûsûf Çakas, parêzerê Mahîr Can Ada yê ku li Cizîrê hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin, anî ziman ku dê der barê bijîşkê ku tevî derbên li ser laşê muwekîlê wê û lingê wî yê alçîkirî jî rapora "derbkirin tune ye" daye de, bi sûcê "peywira xwe xirab bi kar aniye" gilî kirine. 
 
Di 12'ê Tîrmehê de li navçeya Cizîr a Şirnexê Mahîr Can Ada, bi îdiaya "dê tevlî rêxistinê bibe" hat binçavkirin, hat girtin. Ada ku li Cizîrê li noqteya kontrolê hat binçavkirin, di wesayîta zirxî de îşkenceyeke giran lê hat kirin. Li gor agahiyên bi dest ketin, di wesayîta zirxî de Ada serdevkî hatiye dirêjkirin û pêl lingên wî hatiye kirin û bi kuştinê gef lê hatine xwarin. Hat îdiakirin ku di dema îşkenceyê de kamerayên wesayîta zirxî hatine girtin. 
 
Ada piştî binçavkirinê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hat kirin, lê rapora derbkirinê nedan wî. Ada ku paşê ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, rapora derbkirinê wergirt. Ada ku piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê sewqî dadgehê hat kirin, hat girtin. 
 
Parêzer Yûsûf Çakas diyar kir ku muwekîlê wî Mahîr Can Ada berê ji ber darizandinên neheq gelek salan di girtîgehê de maye û înfaza wî ji aliyê lijneyên îdare û çavdêriyê bi kêfî hatiye şewitandin û mafê wî yê berdana bi şertî hatiye astengkirin. Çakas got: "Piştî muwekîlê min ji girtîgehê derket, hatiye cem malbata xwe û jiyana xwe ya civakî domandiye. Gava ji bo gerê diçû herêma Kurdistana Federe bi îcbareke pûç hedef hatiye girtin û li Cizîrê li noqteya kontrolê hatiye binçavkirin." 
 
Çakas destnîşan kir ku Ada piştî hatiye binçavkirin îşkenceyeke giran lê hatiye kirin û got: "Hem di hundirê panzêrê de hem jî li avahiya midûriyeta polîsan îşkenceyeke giran lê hatiye kirin. Di wesayîta zirxî de servekî hatiye dirêjkirin û pêl lingên wî hatiye kirin û bi kuştinê gef lê hatiye xwarin. Di dema îşkenceyê de kamerayên wesayîta zirxî hatine girtin. Niha lingê muwekîlê min di alçiyê de ye û li ser laşê wî derbên îşkenceyê hene." 
 
Çakas parast ku tê xwestin ser îşkenceyê bê nixumandin û bal kişand ser raporên binakok ên li nexweşxaneyên dewletê yên li Cizîr û Şirnexê. Çakas got: "Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tevî şopên îşkenceyê û lingê di alçiyê de jî bijîşkan got 'derb tune ye' rapora derbkirinê nedan. Ev yek, delîleke eşkere ye ku tê xwestin ser îşkenceyê bê girtin. Lê muwekîlê min paşê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê rapora derbkirinê wergirt. Giliyê bijîşkê ku peywira xwe xirab bi kar aniye, hat kirin." 
 
MA / Mazlûm Bûcûka