Baxçeyên Hewselê tên qirêjkirin!
- Rojane
- |
- 20 Tîrmeh 2026 09:37
- |
AMED - Qirêjbûna jîngehê ya li Baxçeyên Hewselê ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digirin, gihîştiye asteke berbiçav.
Baxçeyên Hewselê ku yek ji jîngehên girîng ên Amedê ne, bi dîrokeke çandiniyê ya nêzîkî 8 hezar salî tevkariyê di berhema çandiniyê ya bajêr de dikin û di heman demê de ji bo gelek cureyên çûkan û cureyên din ên jiyana kovî malovaniyê dikin. Her çend Baxçeyên Hevselê di sala 2015'an de ji ber girîngiya xwe ya dîrokî, çandî û xwezayî di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê de hatine tomarkirin jî, hê jî bi derdoreke qirêj û paşguhkirinê re rû bi rû dimînin.
Gelek beşên Baxçeyên Hewselê bi şûşeyên araqm, amûrên bikaranîna tiryakê, bermahiyên plastîk û çopê tijî bûne. Bermahiyên ku li kêleka çem, binê daran û li nava qadên hêşîn û rêyên meşê tên avêtin, ziyaneke mezin digihînin hawîrdora xwezayî. Ev bermahiyên ku tevlî axê dibin, tenê dîmeneke nebaş çênakin, her wiha wê wêrankariya ku rûbirûyê vê qada ekolojîk a girîng ya ku di bin parastina UNESCO'yê de ye, bûye, derdixin pêş. Ev dîmena li Baxçeyên Hewselê ku yek ji girîngtirîn jîngehên xwezayî yên Geliyê Dîcleyê ye, careke din pêwîstiya lezgîn a ji bo tedbîrên bibandor ên parastina vê mîrateya dîrokî û xwezayî radixe ber çavan.
Welatiyên ku serdana Baxçeyên Hewselê dikin, ji bo parastina paqijî û ewlehiya vê deverê, banga hesasbûnê kirin.