Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn ji peywira xwe vekişiya

Parve bike:

AMED - Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn, daxuyand ku li ser esasê rexneyên gel di çarçoveya "Rêgeza Paşvekişinê" de dest ji peywira xwe ya heşaredartiyê berdaye.

 
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn, daxuyand ku ji peywira xwe vekişiyaye. Dogan Hatûn, daxuyand ku di çarçoveya Rêgeza Paşvekişînê ya di Konferansa Rêveberiyên Herêmî de biryara wê hatiye girtin, dest ji peywira xwe berdaye. 
 
Dogan Hatûn, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal X'ê bi daxuyaniyeke nivîskî paşvekişîna xwe ragihand.