Cihê mitînga Êlihê hate guherandin 2024-11-15 16:27:38 ÊLIH - Amadekariyên mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ku dê Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê li dar bixe qediyan. Cihê mitîngê weke Xaçerêya Dortyolê hate guherandin.  Ji bo mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" ku dê di 17'ê Mijdarê de li Elihê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve bê lidarxistin destûr hat dayîn. Walîtiya Êlihê serlêdana Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê nirxand û biryar da ku mitîng li ser Kolana Amedê li Xaçerêya Dortyolê bê lidarxistin.    Mitîng dê di roja yekşemê saet 13.00’an li Xaçerêya Dortyolê bê lidarxistin.