Çîroka 3 windayan 2024-11-16 15:39:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û ÎHD li Amed, Êlih û Colemêrgê daxuyanî dan û gotin: "Bila kiryar bên darizandin û winda bên dîtin." Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li Amedê, Êlih û Colemêrgê çalakiya xwe li dar xistin û banga eşkerekirina li aqûbeta windayên xwe kirin.    AMED   Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê di hefteya 823’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hildan.    Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Omer Saman, bal kişand ser têkoşîna ÎHD'ê ya ji bo lihevhatina bi dema borî re. Her wiha Omer Saman bal kişand ser  Seyît Riza û hevalên wî yên di 15'ê Mijdara 1937'an de hatin darvekirin û bi bîr xist ku Seyît Riza bi kêmkirina temenê xwe hatiye darvekirin û got:  “Ji bo aştiyeke bi rûmet pêwîst e bi rabirdûyê re rû bi rû bimîne. Em daxwaz dikin ku cihê gora Seyît Riza û hevalên wî bê eşkerekirin û îtibara wan bê dayîn."   Di çalakiya îro de serpêhatiya Abdullatîf  Yagizay a li Mêrdînê di 18'ê Mijdara 1995’an de di binçavan de hatî windakirin ha vegotin. Endamê Lîjneya Rêveberiya ÎHD'ê ya Amedê Alî Îhsan Demîrtaş, serpêhatiya Abdullatîf Yagizay anî ziman û got: "Ji ber zextan ji gund koçberê navendê bû. Ji bo debara xwe her roj li cihekî dixebitî. Di 18'ê Mijdara 1995’an de dema ji bo cîranê xwe dixebitî polîsên ku bi cilên sivîl tên nasnameya wî dipirsin. Dema Abdullatîf dibêje ez ne Ekrem Yagizay im, polîsan jê re dibêjin 'Nasnameya te sexte ye' û wî li wesayitê siwar dikin û dibin."    Malbat çend serî li cihan bide jî bê encam dimîne. Çend hat gotin ew birine Fermandariya Cendermeyan a Bajarê Mêrdînê jî hat diyar kirin ku 3 roj beriya niha hatiye berdan. Lê belê piştî ku hat binçavkirin tu agahî jê nehat girtin. Lêpirsineke sererast heta niha nehat kirin. Windabûna wî di dema Tansu Çîller, Suleyman Demirel, Mehmet Agar û Unal Erkan de pêk hat."   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    COLEMÊRG   Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan di hefteya 149'emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Abdusselam Şahîn ê ku di sala 1993'yan de dema li gundê Morê yê Geverê mela bû hate pirsîn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Mûsa Bor ve hat xwendin.   Mûsa Bor diyar kir ku ji bo aqûbeta windayan bên eşkerekirin, ev 149 hefte ne li vê qadê ne û got: "Me Abdusselam Şahîn ji bîr nekiriye û em ji bo wî li vir in. Abdusselam 43 salî bû û bavê 6 zarokan bû. Li Çelê 9 salan bi fermî meletî kir û vê demê ji hêla leşkeran ve hat binçavkirin. Ew birin Tabûra Cendermeyan a Geverê. Piştî îfade da hat berdan. Ji ber zextan bi malbata xwe re berê xwe da gundê Morê ya Geverê. Di 27'ê Mijdarê sala 1993'yan de wesayîta A.O. siwar bû. Bi wî re 3 kesên din jî di wesayîtê de bû. Wesayît di nokteya lêgerînê ya tîmen taybet te hat rawestandin. Piştî kontrolkirina nasnameyan Abdusselam Şahîn hat binçavkirin. Kesên din ên di wesayîtê de bûn agahî dan malbata Abdusselam Şahîn. Piştre ji malbatê re hat gotin ku Abdusselam wesayîta sor a aîdê F.D. ye siwar kirine û ew birine Tabûra Kobando ya Geverê. Dû re tu agahî ji wî nehat girtin.    Hevjîna Abdusselam Şahîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê da, lê hemû hewldan bê encam ma. Heta niha lêpirsîneke bi bandor nehat destpêkirin. Di sala 2012'yan malbat doze bir DMME'yê lê li vir jî ji ber ku dem derbas bûye hat redkirin.    Di dawiyê de Mûsa Bor got, “Êdî bes e, em bang li rayedarên edlî û DMME dikin ku di dozên windayên di binçavan de serdestiya hiqûqê biparêzin. Em banga xwe ya ji bo ronîkirina aqûbeta Abdusselam Şahîn dubare dikin. Em banga darizandina kiryaran dikin.    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştê bi dawî bû.    ÊLIH   Li Êlihê, ÎHD û xizmên windayan di hefteya 659'an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Nûnerên gelek saziyên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ayhan Efeoglû yê ku di 6'ê Cotmeha 1992'an de dema xwendekarê Zanîngeha Yildiz Teknîkê ya Stenbolê bû ji aliyê polîsên sivîl ve li Êlihê hate binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hate pirsîn.   Ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê Melek Atalay got "Ayhan Efeoglû 25 salî bû û xwendekarê pola 2'yemîn a Zanîngeha Yildiz Teknîkê bû. Ayhan Efeoglû di 6'ê Cotmeha 1992'an de li ber zanîngeha li dixwend ji aliyê polîsên sivîl ve hat girtin. Dayika Ayhan Ferîha Efeoglû û bavê wî Osman Efeoglû serî li serdozgeriya DGM'ê,  Serokatiya TBMM û saziyên mafan ên sivîl dan û eqûbeta lêwê xwe pirsîn. Li gorî agahiyan hatin bidestxistin, Ayhan Efeogluyê ku ji aliyê Şaxa Siyasî ve hat binçavkirin, li Gayrettepeyê demekê îşkence lê tê kirin, li gorî şahidên bûyerê, yek ji wan kesên ku Ayhan binçav kirine, di 21'ê Çileya 2008'an de Buroya Lêpirsîna Sûcên Memûran a Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê sûcê ku tê îdiakirin wek îşkence û muameleya xerab qebûl kir û ragihand ku doz ketiye ber demboriyê û ji bo endamên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Polêsan a Stenbolê biryara bê şopandinê da."