'Aştî û çareserî yekalî nabe’ 2025-04-15 09:58:46 MÊRSÎN - Hevserokê MEYADER’ê ya Mêrsînê Bahattîn Bektaş û Hevserokê TUAYDER’ê Metîn Înce diyar kirin ku divê dewlet bi gavên şênber bersivê bidin banga Abdullah Ocalan û gotin: “Çareserî û aştî yekalî nabe.”    Hevserokê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re yê Çukurovayê (TUAYDER) Metîn Înce û Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Mêrsînê (MEYADER) Bahattîn Bektaş diyar kirin ku ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cihê xwe bigire divê dewlet/îktîdar gavan biavêjin.    ‘DAXWAZKIRINA AŞTIYÊ HERÎ ZÊDE MAFÊ ME YE’    Hevserokê MEYADER’ê Bahattîn Bektaş, diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got: “Daxwazkirina aştiyê herî zêde mafê me ye. Ji ber ku yên ewqas êşên giran kişandin em in. Ji bo pêvajo pêş bikeve divê dewlet gavan biavêje. Hewcehî bi sererastkirinên qanûnî heye. Gelek malbatên me hene ku hêj cihê cenazeyên zarokên xwe nizanin. Divê di vê mijarê de sererastkirinên qanûnî bên kirin. Pêdivî bi guherîneke cidî ya destûra bingehîn heye.”    Bi domdarî Bektaş anî ziman ku malbatên zarokên xwe di pêvajoya şer de winda kirin piştgiriyê didin pêvajoyê û wiha pê de çû: “Di vê mijarê de xebatên me hene. Bernameya me ya ziyaretkirina malbatan heye. Em diçin serdana malbatên xwe û pêvajoyê jê re vedibêjin. Hemû malbat erênî nêz dibin. Tevî êşên xwe jî aştiyê dixwazin. Hem ji canê xwe parçeyek dane hem jî ji xaka xwe hatine sirgunkirin. Tevî vê jî aştiyê dixwazin. Ev yek girîng e û fedekarî ye.”    'ÇARESERIYA YEKALÎ NABE’   Hevserokê Çukurova TUAYDER’ê Metîn Înce jî bi lêv kir ku aştî daxwaza hevpar a hemû civakê ye. Înce, destnîşan kir ku heta gavên şênber neyên avêtin dê pêvajo nekare pêş bikeve û axaftina xwe wiha qedand: “Em radigihînin ku piştgiriyê didin banga birêz Abdullah Ocalan. Birêz Ocalan destê xwe danî bin kevir û divê dewlet jî wisa bike. Divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Daxwaza me û gel, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Divê girtiyên nexweş yekser bên berdan. Heta gavên pratîkî neyên avêtin, çareserî û aştî bi gavên yekalî nabe. Pêvajoyek heye lê heta niha jî yekalî dimeşe. Em li bendê ne ku hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gel piştgiriyê bidin pêvajoyê. Ji bo pêşketina vê pêvajoyê, divê dewlet demildest gavên pratîkî biavêje.”    MA / Abdulkadîr Ayten