Berxwedana xelkê Êlihê ya li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome

  • rojane
  • 12:42 5 Mijdar 2024
  • |

ÊLIH - Girseya ku ji gelek noqteyan bi dirûşmên “Bijî berxwedana Êlihê” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” ber bi Şaredariya Êlihê ve meşiyan, daxuyaniyê dide.

 
Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê di roja 2’yemîn de didomin. Girseya ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamanterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Hevşaredar Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî di nav de,  ji gelek noqteyên cuda yên bajar ber bi şaredariyê ve dest bi meşê kirin. Welatiyên ku li Parka Habîp Başkan, pêşiya Eywana Dawetan a Galayê û Parka Salih Ozdemîr hatin gel hev, bi çepik û tililiyan bertekê nîşanî biryara tayînkirina qeyûman dan. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, endama PM’a ESP’ê Beycan Taşkiran jî tev li girseya li pêşiya Eywana Dawetan a Galayê kom bûyî bû. Girseyê di meşê de dirûşmên “Êlih a me ye, rûmeta me ye", "Qeyûmê dizek ji Kurdistanê bicehime”, “Jin, jiyan, azadî", "Qeyûm bicehime”, “Bijî berxwedana Êlihê” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kir. Girseya ku ji hêla gel ve bi nîşaneyên serkeftinê û çepikan hate pêşwazîkirin, gel vexwend pêşiya şaredariyê. 
 
BERXWEDANA GEL BI POLÎSAN PAŞVEGAV DA AVÊTIN 
 
Girseya li Taxa Baglarê jî bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin jiyan azadî” meşiya. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu tev li meşê bû. Di dema meşê de polîsan hewl dan ciwanekî binçav bikin. Lê belê girseyê ciwan ji lepên polîsan xelas kirin. Piştî berteka girseyê, polîsan paşvegav avêtin. Girseya kul bi dirûşm û tililiyan meşa xwe domand, hate gel girseya di ketina Cadeya Gulistanê de disekinî. 
 
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî jî tev li baskê li Parka Salih Ozdemîrê bûn. Di meşê de dirûşma “Jin jiyan azadî" hate berzkirin û tililî hatin avêtin. Girse, di nava kolanan de meşiya û ber bi şaredariyê ve çû. Gel jî piştgirî da meşê. Gelek welatiyan jî di pac, derî û şaneşînên malên xwe de bi tililî û nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan. 
 
CHP JÎ BI MEŞÊ HATE PÊŞIYA ŞAREDARIYÊ
 
Parlamenterên Partiya Gel a Komarê (CHP) Turkan Elçî û Sezgîn Tanrikulu jî tevî girseyekê heta pêşiya şaredariyê meşiyan. Girseyê, li pêşiya Şaredariya Êlihê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin û hatiye dorpêçkirin govend gerand. 
 
TÎRYAKÎ QEYÛM PIRSGIRÊKA HERKESÎ YE
 
Li pêşiya şaredariyê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de ji ewil Tîryakî axivî. Tîryakî, diyar kir ku qeyûm tê wateya tunehesibandina mafê bijartin û hilbijartinê û wiha got: “Lewma jî ne li şaredariyê, li demokrasiya Tirkiyeyê tê tayînkirin. Ev ne tenê pirsgirêka DEM Partiyê ye, pirsgirêka ku hemû kesên li welat e. Heke li her bajarên Tirkiyeyê em bikarin dengê xwe derxînin, wê demê dê xwedî li demokrasiyê derkevin û paşvegavê bi rejîma qeyûm bidin avêtin.” 
 
ZEYBEK: EM Ê LI HER DERÊ PIŞTEVANIYÊ BIDIN
 
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Gokhan Zeybek jî got ku diviya îktîdara heyî aqilê xwe bianiya serê xwe û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku li her cihê qeyûm tayîn kirin deng winda kirin. Xelkê Êlihê baca xwe dide, dixebite û di dahatên Tirkiyeyê de xwedî pareke mezin e. Hevşaredarên we bi hincetên vala ji peywirê tên girtin. Dema namzet tên diyarkirin, li qeyda sicîla wan a edlî tê nihêrtin. Heke pirsgirêk nebe dibin namzet. Milet jî kê bixwaze wî/wê hildibijêre. Tercîha gel li vir pir zelal e. Hûn dê îradeya gel tune bihesibînin û bi rêya qeyûm bûdçeya wê pêşkeş bikin. We di demên berê de jî şaredarvaniya qeyûm ceriband. Lê hûn bûn partiya sêyemîn. Ma hûn qet bi aqil nakevin? Em ê li dijî van sepanan li her derê piştevaniyê bikin.”
 
TANRIKULU: DERBE LI ÎRADEYA GEL KIRIN 
 
Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî diyar kir ku pirsgirêka kurd meseleyeke sedsal in didome ye û ev tişt anî ziman: “Ev pirsgirêk beriya AKP’ê jî hebe lê qeyûm nedihatin bîra tu kesî. AKP’ê bi vê sererastkirinê re derb li vîna gel xist. Ji 15’ê tîrmehê sûd girtin û derbeya ewil li dijî kurdan kirin. Bi memûrên ji Enqereyê re dişînin re şaredariyên herêmê talan dikin. Êlih jî bi destê qeyûman hate talankirin. Dixwazin vê talanê bidomînin. Di meseleya kurd de AKP li gel şer e. Em van kesan, ên bi wan re hevkariyê dikin teşhîr bikin û silav nedin wan. Bila nekarin derkevin kolanan. Heta ku ev îktîdar diguhere dê têkoşîna me bidome.” 
 
SONUK: EM Ê LI KOLANAN BIN
 
Herî dawî jî Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk axivî û ji ber piştevaniyê, spasiya şandeya CHP’ê kir. Sonuk, diyar kir ku dê berxwedana wan bi biryardariyeke mezin bidome û axaftina xwe wiha qedand: “Ev piştevanî dê bi tena serê xwe bes neke. Heta ku ev biryar tê betalkirin divê her kes li qadan be û em ê li qadan bin. Divê ev têkoşîn roj bi roj bê mezinkirin. Em ê berxwedana xwe li kolanan birêxistin bikin. Em ê li kolanan bin. Werin em mil bidin milê hev û têkoşîna xwe mezin bikin. Em duh li vir bûn, îro li vir in û dê her li vir bin. Ji ber ku kolan û qad ên me ne.” 
 
Berxwedana li pêşiya şaredariyê didome.