Îmamoglû: Em li dijî sepanên antîdemokratîk ji îro ve dikevin nava tevgerê

  • rojane
  • 13:22 5 Mijdar 2024
  • |
img

ENQERE - Serokê TBB’ê Ekrem Îmamoglû diyar kir ku ji bo Meclis sererastkirina têkildarî qeyûman betal bike ketine nava tevgerê û wiha got: “Bi sepanên êdî sîstematîkbûyîn re azadiya bijartin û hilbijartinê hatiye tunekirin.” 

 
Serêk Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû piştî civîna awarte ya li dijî tayînkirina qeyûman, li pêşiya TBB’ê daxuyanî da. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî tev li daxuyaniyê bû. Îmamoglû, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: “Bi van biryaran re rêgezên sereke yên hiqûqê û mafên mirovan ên sereke careke din hatine binpêkirin. Demokrasiya me îro careke din derbekî giran xwariye.” 
 
'RAYEYA WÎ TUNE YE’
 
Îmamoglû, da zanîn ku dema rêveberên herêmî di peywira xwe de sûcek kirin, Wezareta Karên Hundir wê demê dikare bikeve nava tevgerê û ev tişt anî ziman: “Ev jî rayeyeke îstîsna ye. Di Qanûna Şaredariyê di hukma weke bingeha tayînkirina qeyûman tê nîşandan de rayeya girtina ji peywirê nedane wezîrê karên hundir. Bi tayînkirina qeyûm re îradeya gel tê tunekirin. Ji ber van biryarên hikûmetê, Tirkiye ji şaristaniya cîhanê qut dibe û dikeve lîga rejîmên totalîter. Rêveberên welat dema tên hilbijartin vê weke îradeya gel dibînin, dema neyên hilbijartin jî qeyûman dixin dewrê.” 
 
‘ENCAMÊN WÊ TENÊ SIYASÎ NÎNIN’
 
Îmamoglû, wiha domand: “Tiştên niha diqewimin, serdema darbeyê tînin bîra mirov. Encamên van biryaran tenê siyasî nînin. Her wiha bandorê li aboriyê jî dike. Lewma her kes di nava tengezariyeke wiha mezin de ye. Bi van sepanên sîstematîk re hêmaya herî bingehîn a demokrasiyê anku azadiya bijartin û hilbijartinê hatiye tunekirin. Dînamît xistine binê modêla rêveberiyên xwecihî û hewl didin demokrasiya Tirkiyeyê tune bikin. 
 
BÛDÇEYÊ TESLÎMÎ MEMÛR DIKIN 
 
Bi sepana qeyûm re, bûdçeya bi bacên gel hatiye komkirin, li şûna rêveberên herêmî, radestî memûrê wezareta karên hundir hatiye kirin. Îdareya navendî, veguherandine amirên hiyerarşîk ên şaredariyan. Biryarên di nava 8 salên dawî de hatine dayin, derxistiye holê ku li welatê me rêveberiya wesayetê ya keyfî heye. 
 
Divê were zanîn ku operasyonên di serê sibehê de ku weke amûra bêîtîbarkirinê tên bikaranîn, li dijî kê were kirin bila were kirin em ê li dij derkevin. 
 
QANÛNA ŞAREDARIYÊ DIYAR E
 
Usûlên têkildarî bidawîkirina şaredartiyê, feskirina meclisê, girtina ji peywirê tevek jî di Destûra Bingehîn û Qanûna Şaredariyan de eşkere ye. Hewcehî bi hukmên îstîsnaî yên bi KHK’ê anîn nîne. Divê sererastkirina qeyûm a ku ji bo rewşên awarte anîbûn êdî di rewşên asayî de neyê bikaranîn. Dema meqama şaredar vala bû, divê endamên meclisê bi xwe şaredarê/a nû hilbijêre. 
 
EM E BIKEVIN NAVA TEVGERÊ
 
Weke TBB’ê ji bo bidawîkirina van sepanên antîdemokratîk, em ê bi partiyên siyasî re hevdîtinên xurt bikin û ji îro ve dikevin nava tevgerê. Ji bo rakirina sererastkirina qeyûm û jinûvenirxandina qanûnên hilbijartinê, divê Meclis bikeve nava tevgerê.” 
 
Îmamoglû piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran bersivand. Îmamoglû dê îro bi serokên giştî yên partiyên siyasî re hevdîtinê bike. Sibe jî dê ji bo hevdîtina bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re biçe Mêrdînê.