Hatimogûllari diçe Xelfetiyê

  • rojane
  • 15:42 5 Mijdar 2024
  • |
img

RIHA - Parlamenter û rêveberên DEM Partiyê li Xelfetiyê serdana dikandaran kirin û banga beşdariya hevdîtina ku wê Hevserok Tulay Hatimogûllari beşdar bibe kirin. 

 
Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ku qeyûm tayînê wê hat kirin, serdana dikandaran û welatiyan hat kirin. Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan, parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan û Mîthat Sancar û rêveberên DEM Partiyê û welatiyan serdana dikandaran kirin. Şandeya DEM Partiyê di serdanê de welatiyan vexwendin berxwedana li dijî qeyûm. 
 
Mehmet Karayilan destnîşan kir ku ew ê teslîmî qeyûman nebin û divê kes desteserkirina îradeya xwe qebûl neke û ew dixwazin ku gelê Xelfetiyê jî piştgiriyê bide berxwedana li dijî qeyûm. 
 
Dikandaran got ku wan qeyûmên berê şandine wê qeyûmê niha jî bişînin. 
 
Her wiha di serdanê de bang li welatiyan hat kirin ku beşdarî hevdîtina tevlibûna Hevseroka Giştî Tulay Hatimogûllari sibê li ber şaredariyê pêk were bibin. 
 
‘GEL QEBÛL NAKE’ 
 
Li aliyê din jî parlamenter Omer Ocalan û Dîlan Kunt Ayan jî li gundê Goganê serdana welatiyan kirin û wan vexwendin berxwedana li ber şaredariyê. Welatiyan di serdanê de bênavber ji Omer Ocalan pirsa hevdîtina li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir pêk anîbû kirin. 
 
Omer Ocalan diyar kir ku qeyûm li dijî îradeya gel bêhurmetî ye û got ku desthilatdarî ji bilî derwan tiştek nabêje û wê gelê kurd qeyûman qebûl neke.