Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê

  • rojane
  • 10:19 6 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Hunermend Orhan Aydin diyar kir ku divê tu kes li hember tayînkirina qeyiman bêdeng nemîne û got: "Me helwesta gelê Wanê ya li dijî qeyim, bi berxwedanê silav kiribû. Divê heman tişt bên kirin." 

Hunermendan bertek nîşanî qeyûmê tayinî şûna Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer û şaredariyên Xelfetî yên Mêrdîn, Êlih û Rihayê hatin kirin dan. Hunermend Nûr Surer, Orhan Aydin, Lale Mansur, Suavî û Orhan Alkaya ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û xwestin ku li hemberî vê pêkanînê tu kes bêdeng nemîne.
 
SURER: QEYÛM LI WELATÊ KURDAN BÛYE WERZÎŞEK
 
Nûr Surerê diyar kir ku tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên di bin rêveberiya DEM Partiyê de di vê qonaxê de bûye werzîş û wiha got: "Bi rastî ev tiştekî çaverêkirî bû. Ji ber ku ji bo vê hikûmetê piştî hilbijartinên şaredariyan li bajarên Kurdistanê tayînkirina qeyûman bi rastî jî bûye werzîşek. Hûn çawa dikarin kesekî ku ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin ji wezîfeyê digirin? Û ev walî çi meraqliyê şaredarîbûnê ne? Madem wiha ye nexwe bila di hilbijartinê de bûbûna namzet.  Faşîzma 12'ê Îlonê ji bo me tiştekî berbat bû, lê em di dema Kenan Evrenê faşîst de jî dadiketin kuçeyan û me çalakî li dar dixistin. Ez wekî hunermendeke ku bi vî welatî re pirsgirêkên wê hene, pir xemgîn im."  
 
Surerê îşaret bi wê yekê jî kir ku eger deng dernekeve dê tayînkirina qeyûman tenê li Kurdistanê bi sînor nemîne û got: "Hêvîdar im demildest dest ji vê şaşiyê berdin."
 
AYDIN: QEYÛM FAŞÎZM E
 
Orhan Aydin ku polîtîkaya qeyûm wekî faşîzmê pênase kir û got: "Ev pêkanînên ku li EsenyÛrtê dest pê kirIN û demeke dirêj veguherî nêçîrê, divê demildest bi dawî bibIN. Şaredarên ku bi dengê gel hatine hilbijartin, divê peywira xwe pêk bînin. Pir eşkere ye ku armanca qeyûmê çi ye: qeyûm faşîzm e." 
 
Aydin işaret bi pêngava qeyûm ya ku dihat xwestin li Wanê bihata kirin, lê bi berxwedana gel hat paşxistin û diyar kir ku divê îro jî heman helwest bê nîşandan.  
 
MANSÛR: WIHA NABE 
 
Lale Mansurê anî ziman ku li gel polîtîkayên qeyûm mirov nikare bûyerên dawî yên li welêt rave bike û wiha got: "Li aliyekî mirov ji ber kurdbûna xwe têng irtin li aliyê din jî nîqaşên ku bila Abdullah Ocalan were meclisê tên kirin. Di navbera van de tu hevgirtinek tune ye û bawerî pê nayê. Ev ne pêkanîneke demokrasiyê ye. Nexwe çima hilbijartin tê kirin? Ne edalet ne hiqûq ne jî tiştekî din maye. Tayinkirina qeyûman, kuştina jinan û heywanan, çeteyên pitikan, enflasyon... ji sedî yekê van pirsgirêkan li welatekî medenî hebûna wê ne wezîr bimana ne jî tiştekî din. Yanî tu tşt naxebite. Em di pêvajoyeke pir tirnak de ne û ev wiha nameşe." 
 
Manûsêr got: "Axirê CHP ferq kir ku tayinkirina qeyûm çi ye. ê gava li başûrrojhilatê qeyûm hatin tayinkirin deng derxistana wê nehatana vê astê. Lê ez dizanim ev wê wiha nemeş. Li vir karê sereke dikeve ser mil partiyan. Belkî jî divê hemû dest ji meclisê berdin." 
 
SUAVÎ: GULEYA LI NAVENDA DEMOKRASIYÊ HATIYE XISTIN
 
Sûavî got: "Qeyûm guleya li navenda demokrasiyê hatiye xistin bi xwe ye. Ez pevguherandina kesên hilbijartî û kesên tayinkirî qebûl nakim. Ne pêkan e ku em vê qbeûl bikin. Awayên îstisnayî yên tayinkirina qeyûm bi qanûnan hatine diyarkirin. Lê di 10 salên dawî de ev veguheriye awayekî rêveberiyê. Gava rewş wiha be ne hewce ye ku mirov biçe ser sindoqê û raya xw ebi kar bîne." 
 
Sûavî li dijî vê ji bo çareseriyê îşaret bi aştiyê kir û got ku divê gel daxwaza ji bo aştiyê bilind bikin." 
 
Orhan Alkaya jî diyar kir ku polîtîkayên qeyûman desteserkirina vîna gel e. 
 
MA / Îbrahîm Irmak