Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin

  • rojane
  • 10:33 6 Mijdar 2024
  • |
ŞIRNEX - Li Cizîrê polîsan li zarokekê 14 salî xistin û binçav kirin. 
 
Li Parka Cizîra Belek a navçeya Cizîr a Şirnexê zarokekê 14 salî ku navê wî nehat zanîn, ji hêla polîsan ve hate derbkirin û piştre jî hate binçavkirin. Welatiyên derdorê bertek nîşanî polîsan dan. Welatiyên bertek nîşan dayîn jî rastî êrişa polîsan hatin. Polîsan dema êrişî welatiyan dikir bi gotina “Heke terorîst be em ê gulebaran bikin” gef xwarin. Welatiyan ew kêlî bi telefonên xwe qeyd kirin.
 
Nehat zanîn zarokê binçavkirî birine ku derê.