Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê

  • rojane
  • 10:43 6 Mijdar 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: “Derdê wan çareserî lê tesfiye ye.” Parlamenter Kamûran Tanhan jî got; “Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê.” 

Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê qeyûm tayîn kir. Çalakî û nobetên li pêşiya şaredariyan hatine destpêkirin didomin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û yê Îzmîrê Kamûran Tanhan ku di nobeta li Mêrdînê de cih digirin, tayînkirina qeyûman nirxandin. 
 
'QEYÛM VEGUHERANDIN KONSEPTEKÊ’
 
Îrmez, diyar kir ku cara sêyemîn e li îradeya gelê kurd qeyûm tê tayînkirin û wiha got: “Îktîdara AKP-MHP’ê tayînkirina qeyûman veguherandin konseptekê. Ev rê rêyeke qirêjî ye. Nenaskirina vîna gelê kurd e. Lewma em nas nakin. Ev konsept ji xwe re kirin rêbazek û li ser înkarê hatiye avakirin. Di 4’ê mijdara 2016'an de darbeyeke siyasî kirin û parlamenterên me girtin. Niha jî vê pêvajoyê mezin dikin. Çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê mîna gelê Wanê li ber xwe bidin. Dê gelê kurd vê biryarê qebûl neke û xwedî li vîna xwe derkeve. Nenaskirina vîna gelê kurd, nenaskirina vîna gelên Tirkiyeyê ye.” 
 
'JIDIL NÎNIN’
 
Îrmez, bal kişand ser daxuyaniyên Bahçelî û Erdogan û got ku îktîdar jidil nîne. Îrmez, wiha domand: “Birêz Abdullah Ocalan got ku ji bo çareseriyê amade ye û ji bo çareseriyê xwedî hêza teorîk û pratîk e. Lê dema em li pratîka AKP-MHP’ê dinêrin, dibînin ku jidil û micid nînin. Heke armanca wan çareserî bûya dê me piştgirî bidaya. Lê xuyaye ku dixwazin destkeftiyên gelê kurd tune bikin û teslîmiyetê ferz bikin. Gelê kurd jî dê vê qebûl neke. Me duh dît ku derdê wan çareserî nîne, derdê wan tesfiye ye. Lê tevî vê jî gelê kurd di siyaseta demokratîk û azadiya xwe de israr dike.”
 
'XUYAYE ÇARESERIYÊ NAXWAZIN’ 
 
Parlamenter Kamûran Tanhan jî got ku her cara MHP tê gel îktîdarê, Tirkiye ji hêla aborî, civakî û siyasî ve krîzan dijî. Tanhan, wiha domand: “Niha jî heman krîz hene. MHP’ê heta niha tu tiştekî bixêr ji bo gelên Tirkiyeyê nexwestiye. Îktîdar jî siyaseta xwe ferz dike. Bi vê îktîdarê demokrasî nayê vî welatî.”
 
Têkildarî hevdîtina Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re jî Tanhan ev nirxandin kir: “Hinek sedemên hiqûqî jî hene. Di rapora CPT’yê de ji bo Tirkiyeyê tu tiştên erênî tune ne. CPT dibêje ku tecrîdeke giran heye. Hewl didin vê raporê hinek nerm bikin. Lewma destûr dan hevdîtina bi malbatê re. Piştre dîsa biryara qedexeyê dan û nîşan dan ku çareseriyê naxwazin. Dikarim bibêjim ku hevdîtina bi Serok re ne hevdîtineke berfireh bû.” 
 
'EM Ê BI GEL RE BIN’
 
Tanhan, axaftina xwe wiha qedand: “Bi van qeyûman re îktîdarê pergala derebegiyan a Serdema Navîn xist meriyetê. Li rexekî qralê li qesrê rûniştî û bi bacên gel dewlemend dibe, li rexa din gelê li ber xwe dide. Gel xwedî li îradeya xwe derdikeve. Aliyê din jî bi panzer, polîs û berîqetan şaredariyê vediguherîne qereqolê. Ev yek dagirkerî ye. Heta çalakiya me encamê digire dê bidome. Ji hêla siyasî ve çi pêwîst bike em ê bikin. Em li cem gelê xwe bin. Ji hêla hiqûqî ve jî em ê têbikoşin ji ber ku ev hiqûqî nîne.” 
 
MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin