Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir

  • rojane
  • 10:49 6 Mijdar 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê weke karê destpêkê Mobese di ketina şaredariyê de bi cih kir. 

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê weke karê ewil Mobese danî pêşiya şaredariyê. Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun ku li şûna Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr weke qeyûm hate tayînkirin, avahiya şaredariyê veguherand mîna qereqolê. 
 
MOBESE BI CIH KIR
 
Polîsên bi dehan otobûsan hatin veguhestin, li baxçeyê şaredariyê hatin bicihkirin. Derdora şaredariyê jî bi bariyer, TOMA û wesayîtên zirxî hatin dorpêçkirin. Bi sedan polîsan avahî dorpêç kirine û nobetê digirin. Ev jî besî qeyûm nekir ku îcar jî li şûna kamerayên ewlekariyê, kamerayên Mobeseyê bicih kir. Kamera, di saetên şevê de hatin guherandin. Bi vê yekê re dê polîs her serê kêliyê ji rewşê agahdar bin. 
 
Çalakiya xelkê Mêrdînê ya li pêşiya şaredariyê jî berdewam dike.