Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin

  • rojane
  • 12:34 6 Mijdar 2024
  • |
img

RIHA - Li Xelfetiyê berxwedana li dijî qeyûm berdewam dike. Jinek astengdar wiha bertek nîşanî qeyûm da: “Ev der ya me ye. Me dengê xwe da DEM Partiyê. Qeyûm zilm e em vê qebûl nakin.” 

 
Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê berxwedan ango nobeta li dijî tayînkirina qeyûm di roja sêyemîn de berdewam dike. Xelkê Xelfetiyê ji serê sibehê ve li ber avahiya şaredariyê kom bû. Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan, Zulkuf Uçar, Ayten Kordu, Ferit Şenyaşar, Mithat Sancar û Dîlan Kunt Ayan, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan û Dayikên Aştiyê jî hatin ber avahiya şaredariyê. Girse bênavber dirûşman berz dike. 
 
Welatî berxwedana xwe bi stranan û berzkirina dirûşman didomînin. Welatiyên dixwazin bên ber şaredariyê ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Li dijî vê yekê jî nerazîbûn tê nîşandan. Jina astengdar ku hat ber şaredariyê û tev li çalakiyê bû ji aliyê welatiyan ve bi çepikan hat pêşwazîkirin. 
 
‘EM QEYÛM QEBÛL NAKIN’ 
 
Jina astengdar ku silav da hevşaredar Mehmet Karayilan û Saniye Bayram nerazîbûn nîşanî qeyûm da. Jina astengdar nerazîbûna xwe wiha nîşan da: “Em kurd in, em ji vir in, Ev der ya me ye. Şaredarî ya me ye. Em nikarin esl û feslê xwe înkar bikin. Ez kurd im û bi kurdî dijîm. Tiştên li me tên kirin zilm e. Me dengê xwe daye DEM Partiyê. Qeyûm zilm e, em viya qebûl nakin.” 
 
Parlamenterên DEM Partiyê li serdana dikandarên bazara li nêzî şaredariyê kirin û xelkê vexwendin berxwedana li dijî qeyûm. 
 
Berxwedana gel a li ber şaredariyê didome. Tê payîn Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îbrahîm Kuçukbalaban, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş jî di nav de şande wê serdana berxwedana gel bike.