Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin

  • rojane
  • 09:36 7 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Danişîna ewil a doza Narîn Guranê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê xwest mudaxilî dozê bibe. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî got ku nûve hatine tunekirin. 

Danişîna yekemîn a doza Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hatibû qetilkirin, dê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Li edliyeyê tevdîrên ewlehiyê yên zêde hatine girtin û bersûcên girtî dayik Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar anîn edliyeyê. Her çar bersûc jî ji ber sûcê “Hevkariya hev kirine û zarok bi qesdî kuştine” bi cezayê muebbeta giran tên darizandin.
 
Beriya danişîna dozê, pêşiya edliyeyê bi berîqetan hatin girtin. Di heman demê de di hundirê edliyeyê de jî bariyer hatin danîn. 
 
Gelek serokên baroyan û rêxistinên zarok û jinan, parlamenter, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ji bo şopandina danişînê di saetên zû de hatin edliyeyê. Ji ber ku girse zêde bû, li pêşiya edliyeyê gelek kes di rêzê de man. 
 
Rojnameger û parêzer ji bo beşdarî danişînê bibin di rêzê de disekinin. Hinek parêzeran bi gotina “Madem hûn ê tenê serokan bigirin hundir wê demê hûn çima banga tevlibûnê dikin” bertek nîşan dan. 
 
DANIŞÎN DEST PÊ KIR
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Bersûcên girtî ji hêla leşkeran ve anîn eywanê. Bavê Narîn Guranê, Arîf Guran jî di danişînê de amade bû. 
 
TTB'Ê XWEST BEŞDARÎ DOZÊ BIBE
 
Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan piştî tespîtkirina nasnameyan axivî û xwest ku ew dixwazin ji bo pêvajoya darizandinê sûdewer bin. Sagkan, xwest ew jî mudaxilî dozê bibin û wiha got: “Em dixwazin lêpirsîn bi awayekî adilane bê birêvebirin.” Sagkan, bi bîr xist ku di doza Tahir Elçî de jî daxwaza wan a mudaxilbûnê hatiye qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “Heke bi rastî jî parastina mafên mirovan weke peywira TBB’ê hatibe destnîşankirin, wê demê em ê keyfxweş bibin ku hûn destûrê bidin em beşdarî dozê bibin.” 
 
GULEÇ: NÛVE HATIN TUNEKIRIN 
 
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî di danişînê de axivî û wiha got: “Cînayeta Narîn Guranê bi hovane hate kirin û bandoreke giran li ser hesata edaletê ya civakê kir. Weke civak divê em nîqaşan bikin bê ka dê çawa pêşî li qetilkirina zarokên mîna Narînê û jinan bigirin.” 
 
Guleç, wiha domand: “Li gorî qeydên kamerayan, di xebata sttasyona bazê ya tengkirî de, her 4 bersûcên li vê derê li mala Narîn Guranê xuya dikin. Di vê lêpirsînê de hinek kêmasî hene. Ez vê girêdayî vê yekê dikim. Hêzên edlî tune ne, hêzên îdarî hene. Ji destpêka bûyerê ve li ser îxtîmala windabûna Narînê sekinînin. Herî dawî saet di 15.15’ê de winda bûye û îxbar saet di 20.00’ê de hatiye kirin. Anku îxbar 5 saet piştre hatiye kirin. Zarokek 8 salî 5 saetan nayê dîtin û ev yek tiştên cuda tîne bîra mirov. Weke hiqûqnasekî dema min ji ewil bihîstî, min got Narîn hatiye qetilkirin. Min got ‘li gund her kes xizmên hev in û heke zarokek 5 saetan neyê dîtin, wê demê hatiye kuştin. 19 rojan cesedê Narînê nehat tespîtkirin, nekarin cenazeyê wê bibînin. Ji ber ku cenazeyê Narînê hate veşartin, hemû nûve û nûveyên DNA’yê hatin tunekirin. Lewma jî em girîngiyê didin wê tespîta îdianameyê. Li gorî me jî xebatên stasyona bazê girîng in. Civak jî ji ber vê tespîtê dixwaze ku şandeya dadgehê biryareke adilane ku wijdana civakê rehet bike bide.” 
 
PARÊZERÊN BERSÛCAN: NERM NÊZÎ DAXWAZA TEVLIBÛNÊ BIBIN 
 
Parêzerên bersûcan jî îdia kirin ku ji bo ronîkirina cînayetê di nava hewldanan de ne. Parêzeran xwestin ku dadgeh nerm nêzî daxwaza mudaxilbûna dozê bibe û wiha gotin: “Em dixwazin ev hevsengiye were parastin. Li gorî xala 6’emîn a PMME’yê mafê darizandina adilane ya bersûc heye. Divê ji bo vê derfet jê re bê dayin. Em dixwazin ev hevsengî esas were girtin û li dijî daxwaza tevlibûnê ya rêxistinên hiqûqî û baroyan dadgeh hinek nerm nêz bibe.” 
 
BERSÛC BAHTIYAR NEXWEST BÛYERÊ VEBÊJE 
 
Bersûc Nevzat Bahtiyar got; “Roja bûyerê ji bo avê li Salîm (mam) geriyam. Ava me hatibû birîn.” Bahtiyar, bi domdarî got: “Gelo mafê min ê bêdengmayinê heye?” Serokê dadgehê jî got; “Erê.” Dadgehê pirsa “Tu dixwazî bûyerê vebêjî yan na” ji Bahtiyar kir û wî jî got “tune ye.” 
 
Serokê Dadgehê destnîşan kir ku Bahtiyar heta niha du îfade dane û jê pirsî bê ka kîjan jê rast e. Bahtiyar jî got; “Îfadeya min a dawî rast e.” 
 
Bahtiyar, wiha got: “Ez bi meşê çûm mala Narîn Guranê. Wesayîta min li jêrê bû. Salîm Guran jî wê demê li jor bû. Li jêra mala me bû. Ev der, devera axûrê ye. Ez û Salîm tenê li wir bûn. Ji bilî Salîm min tu kes li wir nedît. Salîm Guran li jorê bû. Min jî li jêrê avdanî dikir. Salîm Guran li derve bû, wesayîta wî tune bû.” 
 
JI BO GELEK PIRSAN GOT ‘TUNE’ 
 
Serokê dadgehê îfadeya Salîm Guran a di demên berê de digot; “Ji min re got tavilê ji wesayîtê dakeve û min bişopîne” jê pirsî. Bahtiyar, got; “Tiştekî wisa tune ye.” Serokê dadgehê îcar pirsa “Başe lê çima tiştekî wiha li dozgeriyê got?” kir. Bahtiyar jî ev bersiv da: “Ez wê demê tirsiyabûm. Bi çekê gef li min xwarin.” 
 
Bahtiyar gelek pirs bi gotina “Tune” bersivand. 
 
ÎDIAYA ‘TÊKILIYÊ’
 
Bahtiyar, ji bo pirsa; “Salîm ji te re got were kar heye û tu çûy wê derê. Di wê kêliyê de tu deng, qêrîn, mirina zarokê û hwd. ji malê bihîst yan na?” Bahtiyar jî got; “Na.” Bahtiyar, ev îdiaye kir: “Ez ketim malê. Çûm odeyekê û Narîn li wir li erdê bû. Ji min re got. Bûyereke wiha heye. Ji ber ku di navbera min û dayika wê de têkilî heye. Ji min re gotin; ‘Ez di têkiliya zayendî de bûm, Narînê dît, mie jî kuşt.’” 
 
Bahtiyar, pêvajoya piştî dîtina cenazeyê Narînê jî wiha vegot: “Ji min re got dê vê bibî û tune bikî. Salîm ji min re got vê bibe biavêje cihekî.” 
 
‘DEMA MIN NARÎN XISTÎ WESAYÎTÊ YUKSEL DIGIRIYA’ 
 
Ji bo pirsa “Te beriya niha qet cenaze dîtibûn?” jî bahitiyar got; “Na.” Bahtiyar, got ku gefa kuştinê lê tê xwarin. Bahtiyar, anî ziman ku Salîm Guran derketiye derve û betaniyeyek bi xwe re aniye û wiha pê de çû: “Min ji ewil bi betaniyeyê pêça û piştre bir axûra mala me. Kesekî nedît. Piştre jî me xist tûrikî.” 
 
Bahtiyar,  got: “Dema me Narîn xistî wesayîtê, Yuksel digiriya.” Ji bo pirsa bê ka çima piştî cenaze xistî tûrikî biriye axûrê jî Bahtiyar wiha got: “Ez li ser vê fikirîm. Min bir axûrê dît ku tûrik di nav de ye. Li ser cilûbergên Narînê hebû.” 
 
BAV DEST BI GIRÎ KIR
 
Bahtiyar, diyar kir ku Salîm Guran tûrik hilgirtiye û xwestiye ku li devera jê re dibêjin “gol” parçe bike û got: “Lê belê min xwe têkilî cenazeyê nekir.” Di vê navberê de bav Arîf Guran dest bi girî kir. 
 
Bahtiyar, îdia kir klu ji ber tirsa Salîm Guran nekariye bûyerê vebêje. Bahtiyar ji bo pirsa “Narîn çawa hate kuştin?” jî wiha got: “Ez nizanim lê li gorî min dibe ku girê dabin û wisa kuştibin.” 
 
Bahtiyar, ji bo pirsa “Tu çima îtîrafan ji bo dadgehê dikî?” jî wiha got: “Wijdana min qebûl nake lewma min îtîraf kir.” 
 
Bahtiyar, da zanîn ku birayê wê hefteyek berê hatiye serdana wî û jê re gotiye ku heke sûcî li xwe bigire dê pereyan bidin wî. Bahtiyar, got: “Min qebûl nekir.” 
 
BERSIVÊN ‘NAYÊ BÎRA MIN’
 
Ji bo qeyda Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) were kirin, navber hate dayin. Piştre jî Serokê Baroya Amedê yê berê Nahît Eren hinek pirs ji Bahtiyar kir. Bahtiyar, ji bo pirsa “Tu ji kengî ve ye Salîm nas dikî?” got “30 sal in nas dikim. Em dostên hev ên nêz in. Em li hev digeriyan. Li qehweyê rûdiniştin. Demekî nêzî bûyerê neçûm mala wî.”
 
Bahtiyar, got ku dema cenazeyê Narînê dîtî tu bertek nîşan nedaye û ji bo gelek pirsan bersivên “Min nedît” û “Nayê bîra min” da. Bahtiyar, got; “Dema min cenaze dixist nav betaniyeyê, serekê wê Salîm serê din jî in girt. Piştre jî min cenaze girt. Salîm got ku şimika wê jî bibe. Min jî girt û xist nav betaniyeyê.” 
 
Bahtiyar, ji bo pirsa “Salîm betaniye da kê?” jî got; “Nizanim.” Nahît Eren, îcar pirsa “Dema hûn ji bo tespîtkirina cih çûn, di çala Narîn lê hatibû dîtin av hebû. Dema te Narîn birî wê derê, di wê çalê de av hebû?” kir. Bahtiyar, ji ewil got “Di bin avê de nebû” û piştre got; “Erê di bin avê de bû.” 
 
Bahtiyar, ji bo pirsa “Hemû qeydên di telefona Salîm de ku jê biribûn paşve anîn. Bi taybet jî peyamên WhatsAppê. Gelo agahiya te jê heye?” jî got; m”Haya min jê nîne”; ji bo pirsa “Tu saet di 17.46’ê de li wirî geriyayî” jî got; “Ez nizanim. Tenê saet di 15.08’ê de lê geriyam.” Ji bo pirsa “Saet di 17.46’ê de Salîm ji te re çi got? Hûn di wan 41 saniyeyan de çi axivîn?” jî got; “Nayê bîra min.” 
 
Ji Bahtiyar îcar hevdîtina bi kesê bi navê “Vecdî” re ku li Hatayê dixebite û xizmê wan e hate pirsîn û Bahtiyar got; “Dibe ku li min geriya be. Nizanim. Nizanim ka em li ser çi axivîne.” 
 
'SALÎM EW XENIQAND’ 
 
Ji parêzerên Baroya Amedê Aydin Ozdemîr jî pirsa “Gelo te Narîn xeniqand?” kir. Bahtiyar jî got; “Na, Salîm ew xeniqand, wî bi xwe wisa got.” 
 
Di vê navberê de Arîf Guran rabû ser pêyan û got; “Ez te hewaleyî Xwedê dikim.” Dadgehê jî ji bo bav Arîf Guran were ser hemdê xwe derxist derve. Bav Guran, got: “Êdî min bikujin.” Bav Guran, ji eywanê hate derxistin. 
 
Bahtiyar, pirsên parêzerên Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Civakê jî bi gotina “Nizanim” bersivand. 
 
ŞÊWEYÊ BIRINA CENAZEYÊ
 
Parêzerê mudafî yê Enes Guran jî pirsa “We ji ewil qala Yuksel Guran nekir. Lê hûn niha çima behs dikin?” Bahtiyar, jî ji bo vê pirsê û gelek pirsên din bersivên weke “Nayê bîra min”, “Min nedît” da. Ji bo pirsa “Hêzên ewlekariyê di dema îfadegirtinê de zext li te kir an na?” jî got; “Min nedît.” 
 
Bahtiyar, ji bo pirsa “We cenaze çawa bir?” jî wiha got: “Ji bo kesek min nebîne, min ji jor ve cenaze danî di axûrê de. Ez bi xwe jî ji pacê ketim hundir.” 
 
'MIN DIZANÎ KU DÊ CENAZE WERE DÎTIN’ 
 
Piştre jî mudafiyên Yuksel Guran axivîn û pirsa “Dema hûn dixwazin biçin mala Salîm Guran, mala Arîf Guran li pêş e yan mala Salîm Guran?” kirin. Bahtiyar, got; “Mala Arîf Guran.” Ji bo pirsa “Wesayîta Salîm Guran li wir hebû lê we çima cenaze bi betaniyê pêça û bir?” kir û Bahtiyar got; “Agahiyeke min tune ye.” 
 
Ji bo pirsa “Odeya cenaze tê de bû vala bû yan na?” jî got; “Nayê bîra min.” Bahtiyar, ji bo pirsa “Di dema lêgerînan de we çima alîkarî neda polîsan ku cenazeyê bibînin?” jî ev bersiv da: “Min cihê cenazeyî dizanî. Min jî dixwest ku cenaze were dîtin. Min dizanî dema hate dîtin dê bêm girtin. Lê nereviyam. Ji bo cenaze were dîtin dê min derxistibûya ser rêyê.” 
 
ÎFADEYA ENES GURAN
 
Danişîn, bi îfadeyên bersûcê girtî Enes Guran berdewam kir. Guran, têkildarî roja bûyer qewimî wiha got: “Ez ji Arguvan a Meletiyê hatim. Li xurbetê dixebitîm. Bi şev hatim malê, bavê min ez ji otogarê girtim. Dema min hewl dida xwarinê germ bikim, dayika min hat. Ez dayika xwe çûn ser banî. Dema sibehê hişyar bûm, min dayika xwe dît. Piştre jî bavê min Arîf Guran û kekê min daketin jêr. Me xwarin xwar. Muzaffer Guran jî hate xwarinê. Ew û bavê min çûn Êlihê. Narîn hat. Narînê ji dayika min re got; ‘Ez ê biçim mizgeftê’ û çû. Ez jî razam. Saet derdora 16.00’ê ji malê derketim. Çûm dikanê û min vexwarina enerjiyê kirî. Min ji bo zarokê astengdar ê bi navê Suleyman Kaya jî heman tişt kirî... Muhammet Yagmûr û Şevket çûn malê û ez û Muhammet Kaya jî çûn aliyê kaniyê. Saet derdora 17.30’ê nîvê hatim malê. Min li telefona xwe nihêrt û dît ku hatiye girtin. Xwendin û nivîsandina dayika min tune ye lewma li bavê xwe û kekê xwe geriyam û min got ez ê neyêm xwarinê. Piştre min bi hevalên xwe re cigare dikişand.” 
 
Tevî ku serokê dadgehê jê re got ku îfadeyên wî hev nagirin jî Guran, ev bersiv da: “Ne ku ez hinek tiştan venabêjim lewma, ez şoq bûbûm lewma wisa bû.” 
 
ENES GuRAN: MIN JI MAMÊ XWE GUMAN BIR
 
Balkêş e ku Enes Guran got qet neçûye axûrê. Guran, wiha domand: “Di roja duyemîn de me tevî cendirmeyan dest bi lêgerînê kir. Ez ketim paca biçûk a Nevzat Bahtiyar.” 
 
Ji bo pirsa têkildarî têkiliya di navbera dayika wî û Salîm Guran de jî Enes Guran, wiha got: “Ev pirs divê ji min neyê kirin, di dawiya dawî de dayika min e.” Serokê dadgehê jî lêborîn xwest û got ku ji bo faîl were dîtin dipirse. Ji bo pirsa têkildarî şopa leqê ya li ser milê wî jî Guran wiha got: “Rewdeyeke zilaman li benda bêdengkirina jinan e.” 
 
Dema pirsa “Tu çima li vê derê yî?” jê hate kirin jî Esen Guran got; “Nizanim.” Serokê dadgehê pirsa “Dema xwişka te Narîn mirî te guman ji kê birin?” jî Enes Guran wiha got: “Ji ewil min guman ji mamê xwe Salîm Guran birin.” Ji bo pirsa “Dema ev îdia derketin holê û tevî dayika xwe hatî binçavkirin, te qet ev meseleye ji dayika xwe pirsî yan na?” jî Enes Guran got; “Min tu tişt nepirsî.” 
 
Serokê dagehê pirsa “Gelo îxtîmal heye ku Salîm Guran kuştibe?” kir û Enes Guran got; “Ez wê nizanim.” Ji bo pirsa “Îxtîmal heye ku Nevzat Bahtiyar kuştibe?” jî got: “Dibe ku ji ber firotina wesayîtê be. Di dema cemaeta mezinan de bavê min jê re got; ‘Wî pereyî tu bi ku de bibî bîne.’” 
 
Serokê dadgehê pirsa “Baş e Enes, bavê te di daxuyaniyên çapemeniyê de dibêje ‘Ma Nevzat kî ye?’ Ji xwe ma Nevzat kî ye.. Ma ew qanaeta te heye ku kesekî wiha plan çêkiribin?” kir. Enes Guran jî got; “Dibe ku Nevzat pere dabe Narînê û hînî xwe kiribe.” 
 
ÎDIAYÊN ÎŞKENCEYÊ 
 
Serokê Baroya Amedê yê berê Nahît Eren pirsa “Te 6 caran îfade da û temamiya îfadeyên te hev nagirin. Hêzên ewlekariyê cara ewil kengî bi te re ketin nava pêwendiyan?” kir. Enes Guran jî got; “Nizanim roja 3’yan bû yan ya 4’an. Wê demê ji min pirsîn bê ka bi ku de çûme û hatime.” Dema Eren bersiva pirsan dida, ji parêzerên xwe pirsa “Gelo ez qala îşkenceyê bikim dibe?” kir. 
 
Axaftina di navbera Enes Guran û Nahît Eren de wiha ye: 
 
N. Eren: Kengî ji te re gotin ‘Narîn winda bûye’? 
 
Enes Guran: Ji min pirsîn. 
 
Nahît Eren: Te çi got?
 
Enes Guran: Herî dawî saet di 16.30’an de. 
 
Nahît Eren: Ma mirov nakeve nava liv û tevgerê? 
 
Enes Guran: Min ji wan re gotibû ku min dest pê kiriye. Ez ê niha biaxivim, nabe. 
 
'ÎŞKENCEYA LI DAYIKA MIN KIRIN BI MIN DAN TEMAŞEKIRIN’ 
 
Serokê dadgehê pirsa “Îfadeya di 12’ê îlonê de hatiye dayin, di bin îşkenceyê de hatiye dayin?” kir. Enes Guran got; “Erê.” Ji bo pirsa Nahît Eren a “Dema ji ATK’a Stenbolê vegeriyayî tu ji ewil çûy mala kê?” wiha bersiv da: “Ez çûm mala Huseyîn Guran. Tiştên qewimî ji min pirsî.” 
 
Li ser vê yekê Nahît Eren pirsa “Di îfadeya te di bin îşkenceyê dayî de pênase û îfadeyên te derheqê Nevzat de dane jî bi vê re eleqedar in an na?” kir. Enese Guran, got; “Ez bi eşkereyî bibêjim. Dema têkildarî Salîm Guran pirs ji min dihatin kirin, îşkence li min kirin. Tiştên ez derheqê Nevzat de dibêjim rast in. Mirovê herî qirêjî yê gund e. Lalete ye.” 
 
Enes Guran, ji dadger re got ku cendirmeyan kêliyên îşkence li dayika wî Yuksel Guran dikirin bi wî dane temaşekirin. Her wiha got ku niha di hucreyê de dimîne û haya malbata wî ji vê rewşê nîne. 
 
PARÊZERÊN BERSÛC BARO SÛCDAR KIR
 
Parêzerê bersûc Enes Guran wiha got: “Di lêpirsîna doza Narîn Guranê de hema hema tevahiya bersûcan rastî muameleyeke dermirovî hatin. Her çend em li vê derê mudafiiyên bersûcan jî bin, ji bo ronîkirina dozê li vir in. Rêveberiya berê tişta pêwîst nekir.” Parêzeran mudaxileyî pirsên ji Enes Guran re kirin. Li ser vê yekê li eywana danişînê demekî kin rageşî derket. 
 
Nahît Eren, bersiv da gotinên parêzerê bersûc û wiha got: “Dema endamên malbatê hatin cem me, hinek ji wan gotin mist li wan hatiye xistin û hinekan jî gotin di bin avê de hatine girtin. Me jî ji wan xwest ku di vê mijarê de serî li baroyê bidin. Di vê mijarê de we tenê yek serlêdan ji bo Baroya Amedê nekiriye. Bi sala ye em vê têkoşînê didin. Li vir, eywana danişînê ne cihê wê ye ku daxilbûna Baroya Amedê were nîqaşkirin.” 
 
Serokê dadgehê navber da danişînê.