Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome

  • rojane
  • 09:49 7 Mijdar 2024
  • |

MÊRDÎN - Siyasetmedar Ayla Akat Ata destnîşan kir ku ji hêla siyasetê ve ji her demê bêhtir bihêz in û wiha got: “Qeyûm dê biçin û em ê her li ser vê xakê bijîn. Bila gelê me moralê xwe xerab neke û berxwedana xwe bidomîne.”

Li gelek bajaran berxwedana li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê berdewam dikin. Siyasetmedar Ayla Akat Ata ku tev li nobeta li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûye, têkildarî qeyûm axivî. Ata, got ku dê têkoşîna wan a li dijî sepanên dij-demokratîk bidomin û ev tişt anî ziman: "Cara sêyemîn e vê zilm û zextê li gelê me dikin. Heke rayedarên vî welatî bixwazin bi fikra xelet bidomînin bila bidomînin. Lê belê fikrên me jî hene û ev fikir tenê bi avahiya şaredariyan bisînor nînin. Fikrên me di nava gel de dijîn. Demokratîk in, ekolojîk in, azadîxwaziya jinê esas digire. Bila dewlet van rêbazên xelet bidomîne û em jî dê 24 saetan ji gelê xwe re xizmetê bikin. Ji bo gelek hebûna xwe, çand û zimanê xwe nîşan bide şaredarî tenê amûrek e.” 
 
Bi domdarî Ata anî ziman ku dibe ku sepanên qeyûm li dijî gelên din jî bikevin meriyetê û wiha pê de çû: “Em ê di nava gelê xwe de bi wan re bin. Em ê gotina gelê xwe ne tenê li Meclisê li her derê bibêjin. Em ê van polîtîkayên xelet teşhîr bikin û gelên xwe hişyar bikin. Tiştên îro bi serê gelê kurd tên dê sibe bi serê gelên Tirkiyeyê jî bên. Lewma divê rêxistinên çep ên Tirkiyeyê ji îro ve hêzeke pir xurt bide.” 
 
'DÊ BERXWEDAN BIDOME’
 
Ata, axaftina xwe wiha qedand: “Dewlet bi tayînkirina qeyûman hiqûqa xwe binpê dike. Dibêjin ‘em îradeya we nas nakin.’ Qeyûm derhiqûqtî ye. Meclisên  şaredariyan dikarin yekî hilbijêrin lê destûrê nadin. Ev bêhiqûqtî îro jî didome. Divê hêzên li Tirkiye, Ewropa û navneteweyî vê bêhiqûqtiyê qebûl nekin. Divê dewletên din eşkere bibêjin ku vê bêhiqûqiya li dijî gelê kurd qebûl nakin. Ev sepan, di pergala demokratîk a cîhanê de tune ye. 
 
Em ji her demê bêhtir bihêz in. Xuyaye ku dewlet jî vê hêzê dibîne lewma qeyûman tayîn dike. Şaredarî ji bo me tenê amûr in. Amûrên me yên cuda û rêxistinên me hene. Ev xak û xwebirêxistinkirin ên me ne. Dewlet nikare vê hilweşîne. Dê qeyûm biçin û em ê her li ser vê xakê bijîn. Bila gelê me moralê xwe nexweş neke û berxwedana xwe bidomîne.”