Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin

  • rojane
  • 12:10 7 Mijdar 2024
  • |
RIHA - Berxwedana xelkê Xelfetiyê ya li dijî qeyûm di roja çaremîn de didome. Wesayîta bizirx a polîsan anîn cihê nobetê, piştî bertekan paşve hate kişandin. 
 
Bexwedana xelkê Xelfetî ya Rihayê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja 4’emîn de didome. Avahiya şaredariyê bi bariyer, 3 TOMA, bi dehan wesayîtên bizirx û bi sedan polîsan hatiye dorpêçkilrin. Polîsan îcar jî xwestin wesayîteke bizirx bibin qada nobetê. Welatiyan jî bertek nîşan dan. 
 
Polîsan îdia kirin ku li ser fermanê wan wesayîta bizirx anîne û ji bo ewlehiyê wisa dikin. Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan bertek nîşan da û got: “We şaredariya me dagir kiriye. Ev besî we nake ku hûn niha jî hewl didin qada me ya berxwedanê dagir bikin.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî wiha bertek nîşan da: “We şaredariya gel xesp kir. Hûn çi bikin jî em ê li vir bin. Em ê li ber xwe bidin. Em ê bi tu cihekî ve neçin. Ev tevdîra hûn dikin zext e. Tavilê wesayîta xwe ji vir bibin.” 
 
Piştî bertekan, wesayîta bizirx ji qadê hate dûrxistin. 
 
Berxwedana gel a li pêşiya şaredariyê didome. Parlamenterên DEM Partiyê çûn serdana taxa Goganê û her kes vexwend berxwedanê.