Zarokên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • rojane
  • 12:16 7 Mijdar 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Li Cizîrê 2 zarokên ku bi lêdanê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan. 
 
Duh li Parka Birca Belek a navçeya Cizîr a Şirnexê zarokê bi navê Ş.Î û zarokekê din ê navê wî nehat zanîn, rastî êrişa polîsan hatin û bi lêdanê hatin binçavkirin. Welatiyên derdorê jî bertek nişanî polîsan dan û ev kêlî bi telefonê hatibûn qeydkirin. Hat zanîn ku zarok bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin. 
 
Zarokên ku hatin binçavkirin piştî karûbarên li emniyetê, sewqî Edliyeya Cizîrê hatin kirin. Her du zarok piştî ifadeya dozgeriyê hatin berdan.