Li girtiyê nehiştin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn

  • rojane
  • 09:00 8 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Li girtiyê bi navê Celal Punar bêyî ku bihêlin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn. Punar, li dijî biryarê îtîraz kir. 

Girtiyê bi navê Celal Punar ku li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Dema Punar diçû hevdîtina mehane, kaxiza li ser wî kete erdê û ji ber vê sedemê Serokatiya Lijneya Disiplînê ceza lê birî. Lijneyê, bi îdiaya “Kar û barên perwerde û propagandayê yên rêxistinên sûc kiriye” lêpirsîn vekir û di 24’ê cotmehê de 11 roj cezayê hucreyê da Punar. 
 
Di biryara hatiye teblîxkirin de wiha hate gotin: “Dema Celal Punar di 09/10/2024’ê de ji bo hevdîtinê dihat birin, li korîdorê kaxiz jê ketin, ev kaxiz hilgirt û avêt sergoyê. Ev kaxiz, ji hêla memûran ve bi hûr û kûr hatine lêkolînkirin û radestî yekîneya têkildar hatine kirin. Di nîşeyên hatine lêkolînkirin de nîşeyên weke ‘... Dê were ragihandin ku Kovara Meşaleyê dîsa dest bi weşana xwe dike. Piştre jî dê were ragihandin ku dikare bi malbatên girtî û şehîdan re xwarina taştê were xwarin.’ hatine tespîtkirin.” 
 
‘BÊYÎ PARASTINA XWE BIKIM CEZA HATE DAYIN’ 
 
Punar, ji kesê hatibû hevdîtina wî re got ku piştî biryar jê re hate teblîxkirin, ji bo paratina devkî serî li rêveberiya girtîgehê daye û ev agahî parve kir: “Di vê mijarê de hêj bersiv nedane min. Her wiha parastina min jî nexwestine. Gardiyan bi awayekî derusûlî dibêjin ku pişt mazgalê biaxive û parastina xwe bike. Min ev qebûl nekir û min xwest parastina xw ya devkî li gorî usûlan bikim. Bêyî ku li parastina min jî guhdarî bikin cezayê hucreyê dan min.” 
 
KOVARA MEŞALEYÊ
 
Punar, da zanîn ku Kovara Meşaleyê li zanîngehê ji hêla girtiyan ve tê derxistin û tu pirsgirêkeke hiqûqî nîne ku nekeve girtîgehan. Punar, got ku dê li dijî biryarê îtîraz bikin û ev tişt anî ziman: “Her wiha bi kaxizên mirov bi dest diavêje çopê re kesek nikare perwerdeyê bide yan jî propagandayê bike. Cezayê hatiye dayin hiqûqî nîne.” 
 
Punar, di 7’ê mijdarê de li dijî biryarê îtîraz kir.