DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da: Dawî li van îşkenceyan bînin

  • rojane
  • 12:02 8 Mijdar 2024
  • |
img
ENQERE - Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan a di dema protestoyên li dijî qeyûm de da û got: “Divê derheqê hemû polîs û amirên wan ên sûcê îşkenceyê dikin de lêpirsîn bê destpêkirin.” 
 
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturkdogan daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gel li dijî derbeya qeyûm a li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ji bo xwedî derketina li îradeya xwe, bi rengekî demokratîk nerazîbûna xwe nîşan dide. Ji roja ewilî ve hêzên ewlehiyê bi îşkenceyê mudaxileyî gel dikin. Di serdegirtinên malan de gelek welatî bi êşkenceyê hatine binçavkirin.”
 
‘ÎŞKENCE SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’ 
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êşkenceya ku li gel tê kirin, bi mevuzata neteweyî û navneteweyî hatiye qedexekirin û sûcekî mirovahiyê ye û wiha hate gotin: “Helwesta îşkencekar a hêzên ewlehiyê mîna polîtîkaya qeyûm a desthilatdariyê nîşaneya dijminatiya li Kurdan e. Divê demildest welatiyên ku tenê ji ber çalakiyên protestoyî hatine binçavkirin, bên berdan û derbarê polîs û rayedarên ku sûcê îşkenceyê kirine, demildest karûbarên qanûnê bên destpêkirin.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew ê ji bo darizandina îşkencekaran, pêvajoyê bişopînin.