Qeyûmî ji bo polîsan dar kezaxt

  • rojane
  • 12:42 8 Mijdar 2024
  • |
img

RIHA - Qeyûmê Şaredariya Xelfetê ji bo polîsên şaredarî dorpêçkirin qada welatiyên di çalakiyê de baştir bibînin dar kezaxt. 

 
Berxwedana gelê Xelfetî ya Rihayê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja 5’emîn de didome. Girseya ku di saetên zû yên serê sibehê de hatin pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî, dîtin ku dara tûyê ya 20 salî hatiye kezaxtin. Hat zanîn ku dara tûyê ji hêla xebatkarên şaredariya qeyûm lê hatiye tayînkirin ve hatiye kezaxtin. Xebatkarên şaredariyê şaxên mezin ên darê yên ber bi kolanê ve dirêj dibûn bi awayekî bêserûber birîn û piştre li wesayîta şaredariyê bar kirin û birin. Hat diyarkirin ku şaxên darê ji bo ku polîs qada berxwedêran baştir bibînin hatine birîn. Balkêş e ku ji bilî dara berwedêr di bin siya wê de rûdiniştin, li navçeyê tu darên din nehatine kezaxtin.