Rojnameger ji ber hevpeyvînan hate sûcdarkirin

  • rojane
  • 13:19 8 Mijdar 2024
  • |
img

ÎZMÎR - Îdianameya derheqê rojnameger Delal Akyuz de hate amadekirin û ji hêla 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê ve hate qebûlkirin. Hevdîtina bi çavkaniyên nûçeyê û dayina hevpeyvînan weke sûc hatin nîşandan. 

 
Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn dabû destpêkirin û polîsan di 13’ê sibatê bi ser malan de girtibû. Di serdegirtinan de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Tolga Guney, Delal Akyuz, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû û xebatkara çapemeniya DEM Partiyê Funda Akbulut hatibûn binçavkirin. Rojnameger di 16’ê sibatê de derketin pêşberî Dadgeriya Cezayên Sulhê. Li rojnameger Aydin, Guney, Akyuz û Akbulut cezayê hefsê hate birîn û Başakçioglû û Turan jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
8 meh piştî lêpirsînê ji bo Başakçioglû biryara neşopandinê hate dayin. Îdianameya derheqê Akbulut de ji 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê re hate şandin. Dadgehê îdianame ji 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê re şand û lêkolîn didome. 
 
Îdianameya ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve bi îdiaya “endamtiya rêxsistinê” derheqê rojnameger Semra Turan, Tolga Guney û Melîke Aydin de hatiye amadekirin, di 30’ê cotmehê de ji hêla 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran ve hate qebûlkirin. 
 
Lêpirsîna derheqê Delal Akyuz de jî hate temamkirin. Îdianame bi heman tawanbariyan hatiye amadekirin û heman dadgehê erê kir. Danişîna dozê jî weke 12’ê sibata 2025’an hate diyarkirin. 
 
Dadgehê, daxwaza rakirina tevdîra kontrola edlî ya hefsa malê bi îdiaya “delîl hêj nehatiye komkirin” qebûl nekir. 
 
Di îdianameyê de ji ber îfadeyên şahida eşkere Buse Aslan û îtîrafkar Umît Akbiyik, rojnameger Akyuz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate tawanbarkirin. Weke di îdianameya rojnamegerên din de, di îdianameyê de damezirandina PKK’ê, dîroka wê, armanca wê hate vegotin û bi îfadeyên şahidan hewl dan Akyuz weke endamê PKK’ê nîşan bidin. Her wiha nûçeyên Akyuz ên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çareseriya pirsgirêka kurd jî weke hêmayên sûc hatin nîşandan. Her wiha 26 hevdîtinên Akyuz li ser telefonê bi çavkaniyên nûçeyan û rojnamegeran re kirin jî weke sûc hatin nîşandan. 
 
Îfadeya şahida eşkere Buse Aslan jî di îdianameyê de cih girt. Dibêje ku agahiya daxuyaniyên çapemeniyê ji Akyuz re tên parvekirin û nûçeyên wî ji hêla Stêrk TV, Medya Haber, ANF, Fırat NEWS û hwd. ve tên weşandin. 
 
Her wiha hemû qeydên axaftinên telefonan û nûçeyên weke “delîla sûc” hatine nîşandan di çarçoveya xebatên pîşeyî de ne. Nûçeyên Akyuz derheqê bnçavkirinan, berdana girtiyan û hevpeyvîna wî ya piştî berdana xwe bi Medyascopeyê re kirî weke sûc hatin nîşandan. Parvekirina nûçeyan a li ser medyaya dijîtal jî weke sûc hatin nîşandan. Pereyê Akyuz û hevalên wî ji hev re şandin jî weke sûc hate nîşandan. Balkêş e ku ji bo rojnamegerên Akyuz bi wan re li heman malê dimîne dibêje “Hate tespîtkirin ku bi wan re di nava pêwendiyan de ye.” 
 
MA / Tolga Guney