DAD’ê ji Dervîşoglû re got: Nîjadperestê ku ji destê wî werîs danakeve

  • rojane
  • 15:28 8 Mijdar 2024
  • |
img
ENQERE - DAD’ê têkildarî gotinên Serokê Giştî yê Partiya Îyiyê Dervîşoglû daxuyanî da û wiha got: “Peyrewên kesên digotin ‘Yên vedigerin bila vegerin, ez ji rêya xwe venagerim’, tu carî teslîmî siyaseta tirsê nabin.” 
 
Serokê Giştî yê Partiya Îyiyê Musavvat Dervîşoglû bi gotina “Ka dewleta komarê çi bi serê Şêx Seîdan anîbe dê li we jî heman muamele were kirin.” gef xwaribû. Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) têkildarî van gotinan li pêşiya Cemxaneya Ana Fatmayê daxuyanî da. Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê jî tev li bû. 
 
'EM BERTEK NÎŞAN BIDIN’
 
Hevserokê Şaxa DAD’ê ya Enqereyê Mûstafa Karabudak got ku gotinên Dervîşoglû, berdewamiya siyaseta “înkar û komkujer” a di tevahiya dîroka komarê de domiya ye. Karabudak, wiha domand: “Îlan kiriye bê ka ev sedsal in kurd û elewî ji polîtîkayên yekperest çi dikişînin. Peyrewên kesên digotin ‘Yên vedigerin bila vegerin, ez ji rêya xwe venagerim’, tu carî teslîmî siyaseta tirsê nabin. Seyîd Riza, ev aqilê nîjadperest û cureyên wê yên ku werîs ji destê wan nakeve, pir berê bi gotina ‘Lawo, qiji nabe bilbil’ pênase kiribû. Bila Musavat Dervîşoglû û kesên ser zîhniyeta wî baş bizanin ku zarokên Şêx Seîd û Seyîd Riza ji bo jiyanake azad biryar dane.” 
 
Karabudak, diyar kir ku peyrewên Şêx Seîd û Seyîd Riza dê li dijî her cureyên zext û zilmê li ber xwe bidin. Karabudak bang li her kesî kir ku li dijî kesên zimandirêjiyê li nirxên civakê dikin, bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.