AGIRÎ - Ji bajarên ku herî zêde xizanî û feqîrî serî dikişîne yek jê Agirî ye lê bayê pêvajoyê ber bi milê DEM Partiyê ve ye. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Agiriyê Hazar Aras û Mehmet Akkuş diyar kirin ku li Agiriyê deriyekî ku lê nedin nîne û wiha gotin: “Dema pêvajoyeke nû ye.”
Xebatên partiyên siyasî yên ji bo hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê berdewam dikin. Yek ji bajarên ku encamên hilbijartinê lê tên mereqkirin jî navenda Agiriyê ye. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) yên sala 2023'yan hejmara hilbijêrên Agiriyê 511 hezar û 238 e. Agirî di nava bajarên herî feqîr ên welat de ye. Çandinî û sewalkarî çavkaniya sereke ya debarê ye. Lê belê ji ber polîtîkayên çandinî û sewalkariyê yên hikûmetê ev çavkaniya debarkirinê roj bi roj ji holê radibe.
Ji ber feqîrî, xizanî û polîtîkayên sîyasî bi hezaran kesan ji navenda bajêr koçber kirin e. Piraniya hejmara kesên ku ji navenda bajêr koçber kirin e ciwan in. Ciwanan an berê xwe dane welatên Ewropayê yan jî dane metrepolên Tirkiyeyê. Hat zanîn ku di van 5 salên dawî de ji hejmara bajêr 40 hezar kes ji ber rewşa aborî û polîtîkayên siyasî koçber bûne.
Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) şaredariya bajêr bi dest xistibû. Di serdema DBP'ê de gelek rûyê cihên ên bajêr hatibû guherîn. Her wiha ji bo gelek kesan derfetên kar hatibûn afirandin. Lê belê di sala 2017'an de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Agirî di encama feraseta xizmetê ya AKP’ê ya di nava 19 salan de bi rewşekî wiha re rû bi rû ma. Şaredarê AKP'ê Savci Sayan ê ku bi 'sozên mezin' hat ser desthilatdariyê, di serdema şaredariya xwe de gelek caran bi gendelî û nelirêtiyê derket pêş. Sayan di 28’ê tîrmeha 2022’yan de bi çekan li kolanên Agiriyê geriya û gef li gel xwar. Mîna ku ev ne bes bû xizmên wî li karkerekî xistin. Di vê pêvajoyê de Sayan xizmên xwe li şaredariyê bicih kir û bi maşokên kar ên rêveberiya taybet a parêzgeha bajêr rêya gundê xwe Dutaxê da girtin.
Di hilbijartinên bê de berê bajêr li DEM Partiyê ye. DEM Partiyê weke namzetên hevşaredariyê Hazal Aras û Mehmet Akkuş nîşan da. Aras û Akkuş li bajêr deriyekî ku lê nedin nîn e. Namzetên hevşaredariyê li deriyên kesên ji pêkhate û nêrînên siyasî yên cuda jî dixin û dibêjin, "Dema pêvajoyeke nû ye."
Em li ser atmosfera hilbijartinê ya bajêr bi namzetên hevşaredariyê Aras û Akkuş re li ser armanc û hedefên wan ên ji bo bajêr axivîn.
'AGIRÎ BAJARÊ KU JI ÇAV HATIYE DERXISTIN E'
Ji namzetan Hazar Aras, diyar kir ku AKP’ê bajarê Agiriyê ji çav derxistiye û wiha got, “Bajarê Agiriyê bajarekî ku bi salan e hatiye paşguhkirin û ji xizmetan re hatiye bêparkirin e. Bajar di rewşeke wiha de ye ku bi pirsgirêkên binesaziyê û avahîsaziyê re têdikoşe, lê nikare muxatabê van pirsgirêkan bibîne û çareser bike. Agirî di encama hikûmeta AKP'ê ya nêzî 19 salan de ku bi nêzîkatiya ya li hember şaredariyê li wêneyekî bê xizmetê rû bi rû ma. Piranî pirsgirêkên taybet ên ji bo jin, ciwan û hemû beşên civakê her ku diçe zêdetir dibin. Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de me navenda Agiriyê û navçeyên Giyadîn, Panos û Bazîd bi dest xist. Lê paşê qeyûm hat tayînkirin. Di sala 2014’an de dema me şaredarî bi rêya hilbijartinê bi dest xist, gelek projeyên ku me pêk anîbûn bi tayînkirina qeyûman re hatin betalkirin. Ji ber vê em ê têbikoşin û wan projeyan careke din têxin meriyete.”
'EM Ê DI HILBIJARTINÊ DE BISERKEVIN'
Aras, anî ziman ku yek ji cihên ku herî zêde li bajarên Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet lê tê meşandin Agirî ye û destnîşan kir ku piştî hatin hilbijartin dê li hemberî polîtîkayên şerê taybet alternatîfan pêş bixin û wiha domand: "Her kes dizane ku şerê li Kurdistanê tenê bi çekan nayê kirin. Şer; bi rêya çand, ziman, reng û zayendê tê meşandin. Lewma şerê taybet xwedî konsepteke wisa ye. Bi polîtîkayên tayînkirina qeyûman re êrişên giran li ser ziman, çand û zayendê hatin meşandin. Navendên çanda ciwanan, navendên hevgirtinê yên jinan û qursên zimanê kurdî yên ku di nava şaredariyên me de hatin avakirin, yekser bûn hedefa polîtîkayên qeyûman. Ev saziyên me ji aliyê qeyûman ve hatin girtin. Paşê, pirsgirêkên pir giran di nava civakê de derketin holê. Mînak, pirsgirêka tiryakê û hişbirê ku niha ciwanên Agiriyê pê re têdikoşin. Mixabin niha furyayeke fihûşê li bajêr heye. Berê jî ev hebûn, lê negihiştibûn asteke wiha bilind. Ger hûn modeleke nû ya jiyanê pêşkêşî civakê nekin, ji ciwanan re qadeke ku dînamîk zêde bikin neafirînin, li gorî hêza xwe qada civakîbûna jinê neafirînin, hûnê bi awayekî nerasterast civakê bixin nava şerên xwe yên taybet. Em ê di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi ser kevin û û ji bo ku tişta ji destê me hatiye stendin li xwe vegerînin, bi awayekî cidî têbikoşin. Gelek projeyên me yên wekî ku me berê dabûn pêşiya xwe, careke din em ê navendên çanda jinan û hevgirtinê, qadên jiyanê, navenda çanda ciwanan, qursên ziman, qadên teşwîqkirina werzîş û werzîşvanan dê jinûve ava bikin û zindî bihêlin."
NÊRÎNA ŞAREDARIYEKE DEMOKRATÎK
Bi domdarî Aras anî ziman ku dê tevî gel şaredariyên demokratîk ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Demokratîkbûn bi xebatên herêmî re dest pê dike. Ji bo em vê têxin meriyete dibêjin DEM Partî. Nêrîn û nêzîkatiya AKP’ê li ser yekperestiyê ye ku dirûşma wan a ‘yek al, yek ziman û yek dewletê’ heye lê divê em ‘yek zayendê’ jî lê zêde bikin. Polîtîkayeke nêrza diafirînin. Ji ber vê em dibêjin, em dikarin tevahî beşên civakê derbasî nava qada civateke demokratîk bikin û van nêrîn û polîtîkayan pûç bikin. Hêza jinê dê di nava siyaseta mêr de wê xwedî guherîn û axaftinê be. Ciwan jî bi enerjiya xwe ya dînamîk dê di nava xebatên demokratîk de cih bigirin. Zarok jî dê ji bo pêşeroja xwe xwedî gotin be. Di hemû biryarên me de gel dê xwedî gotin be û em ê bi awayekî zelal li cem gel cih bigirin. Em bawerin di hilbijartinên 31’ê Adarê de wê tevahiya beşên gel ku bi taybet jî ciwan dê DEM Partiyê hilbijêrin. Bi vî awayî em ê şaredariyê bi ferqeke mezin careke din bidest bixin.”
'AGIRÎ VEGUHERAND GUNDEKÎ MEZIN'
Namzetê hevşaredariyê Mehmet Akkuş jî diyar kir ku Şaredarê Bajêr ê AKP'î Sayan di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de sozên ku dabû raya giştî bi cih neanîn û wiha got: "AKP'ê bajar veguherand gundekî mezin. Agirî li herêmê di nava bajarên herî zêde xizan de cih digire. Bi saya AKP'ê Agirî bû gundekî mezin. Şaredariya Agiriyê niha di bin deynên giran de ye. Bi kurtasî êdî tiştekî bi navê şaredartiyê nemaye. Gel bi awayekî cidî bertek nîşanî vê rewşê dide. Di serdema hikûmeta AKP'ê de 40 hezar ciwanên Agiriyê derketin derve û ji bo beşên civakê tu xizmet nehat kirin.”
'EM Ê ÇANDINÎ Û SEWALKARIYÊ ZINDÎ BIKIN'
Akkuş, anî ziman ku li Agiriyê ji ber polîtîkayên şaş ên AKP'ê di warê aboriyê de gel xizantir bûye. Akkuş, axaftina xwe wiha domand: "Welatiyên bajêr bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dikin, lê ew çandinî û sewalkarî nemaye. Ji bo zindîkirina çandinî û sewalkariyê em ê gelek projeyan pêk bînin. Polîtîkaya desthilatdariya AKP'ê ya 22 salan zerareke mezin da Agiriyê. Bi taybetî jî bi navê sewalkarî û çandiniyê nehiştiye ku çavkaniya sereke ya debara bajêr bû. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan projeyên me hene. Em ê li ser xebatên kooperatîfê bisekinin. Em ê bi komîsyonên ekolojiyê yên ji bo pêşxistina çandinî û sewalkariyê ava bikin, li hemû gundan vî karî bimeşînin. Em ê komîsyonên ku ji endezyarên çandiniyê pêk tên ava bikin. Dema ku em vê dikin armanc, pê re têkiliya gund û bajaran xurt bikin. Mînak 'projeya me ya kedîkirina sewalan' heye. Ciwanên li bajêr gihiştine asteke ku nikarin nefesê bistînin. Em ê bi hevdîtinên xwe yên bi karsazan re îstîhdamê li ciwanan zêde bikin. Ez bawer dikim ku projeyên me dê li vî bajarî bikevin meriyetê."
‘DEM PARTÎ WÊ BISERKEVE’
Akkuş, diyar kir ku dê DEM Partî biserkeve, bi gel re gelek tiştên nû bidest bixe û ev tişt anî ziman: "Gelê Agiriyê di 22 salên îktîdara AKP’ê de her tişt dît. Ez bi salan e li vî bajarî bazirganiyê dikim. Nêzîkatî û exlaqekê me heye. Tiştekî ku em bi gelê xwe re nikaribin bikin nîn e. Bi biryara gel re em ê ji bo vî bajarî tiştên gelekî xweş bikin. Gelê Agiriyê dê di 31’ê Adarê de vîna xwe di hilbijartinê de diyar bike û em ê biserkevin.”
HAZAL ARAS KÎ YE?
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Patiyê ya Agiriyê Hazal Aras di sala 1975’an de ji dayik bû. Aras ji Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî ya Zanîngeha Înonuyê û Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Anadoluyê mezûn bû, di hilbijartinên herêmî yên sala 2004'an de ji Partiya Gelan a Demokratîk (DEHAP) wek endamê meclisa şaredariyê hat hilbijartin. Di sala 2012’an de ji ber çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Bazîdê hat girtin û 8 mehan di girtîgehê de ma. Aras piştî ji girtîgehê derket, li Akademiya Siyaseta Jinê xwendina xwe berdewam kir. Aras di hilbijartinên herêmî yên 30'ê adara 2014'an de ji Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) wekî Hevşaredara Giyadînê hate hilbijartin, di sala 2016'an de dema qeyûm li ser şaredariyê hate tayînkirin, hatibû girtin. Aras salek û nîvan di girtîgehê de ma. Di sala 2018’an de careke din hat girtin û 6 mehên din di girtîgehê de ma.
MEHMET AKKUŞ KÎ YE?
Mehmet Akkuş di sala 1969’an de li Agiriyê ji dayik bû. Akkuş di sala 1992'yan de piştî ji girtîgehê derket koçî Stenbolê kir û di rêveberiya DEHAP'ê ya Stenbolê de bi awayekî çalak cih girt. Akkuş di sala 2015'an de weke rêveberê HDP'ê yê Agiriyê û serokatiya bajêr girt ser xwe û di hilbijartinên herêmî yên sala 2019'an de jî bûbû namzetê Hevşaredariyê li ser navê HDP'ê.
MA / Hakan Yalçin