SÊRT - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî diyar kirin ku polîtîkaya wan ya rêveberiya herêmî perspektîfeke berfireh dide pêşiya wan û wiha gotin: “Em ê vî bajarî bi hev re bi rê ve bibin.”
Ji bo hilbijartinên xwecîhî yên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ku dê di 31 Adarê de bên kirin, ji mehekê kêmtir ma. Li bajarên bakurê Kurdistanê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji kevneşopiya Partiya Wekheviyê ya Gel (HEP), Partiya Demokrasiyê (DEP), Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP), Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) hwd tê, zêdetirî şaredariyan bi dest dixe. Ji ber ku desthilat û partiyên muxalif li Kurdistanê şaredariyan bi dest naxin, bi rêya tifaqan, hevkariyê û tayinkirina qeyûman vîna gelê kurd bin pê dikin û şaredariyan xesp dikin.
KURDAN LI SÊRTÊ ZIMANÊ XWE PARASTIYE
Yek ji van bajarên ku desthilat nikare bi dest bixe jî bajarê Sêrtê ye. Sêrt wekî mozaîkekê ye li Kurdistanê û bajarê kurd, ereb û tirkan e. Li Sêrtê jiyaneke 3 zimanî heye û hema bibêje her sê ziman jî tên axaftin. Zimanê kurdî li bajêr ji bilî saziyên fermî hema bibêje li her derî tê axaftin û gelê kurd ê Sêrtê zimanê xwe li dijî zimanê serdestan parastiye. Ji bilî vê yekê nifûsa Sêrtê bi navçe û bajarokan ve li gor daneyên nûjen 331 hezar û 070 ye û bi rêjeyî ji vê nufûsê %72,4 li bajar dijîn. Li navenda Sêrtê jî bin gund û taxan ve 184 hezar û 163 kes dijîn. Lê dê di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de 107 hezar û 704 kes biçin ser sindoqan. Ji vê hejmarê jî nêzî 10 hezar kes, hilbijêrên ku AKP’ê veguhestine bajêr in.
CARA EWIL DI 1999’AN DE ŞAREDARÎ BI DEST XISTIN
Ji partiyên kurdan cara ewil di sala 1999’an de namzetê Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) Mehmet Selîm Ozalp bi 11 hezar 546 dengan û bi rêjeya %38,62 bu şaredarê Sêrtê. Ji ber ku HADEP ji 13’ê adara 2003’yan de ji hêla dadgeha desturî ve hat girtin, nekarî bikeve hilbijartina 2004’an de hatiye kirin û di hilbijarta herêmî ya 2004’an de li Sêrtê namzetê AKP Mervan Gul bû şaredar. Lê kurdan Partiya Civakî ya Demokratîk (DTP) avakirin û di hilbijartina herêmî ya 2009’an de Selîm Sadak weke namzet li Sêrtê nîşan dan. Sadak di hilbijartinê de ji 62 hezar 645 dengan 24 hezar 932 deng hilgirtin û bi rêjeya %49 bû şaredar.
Piştî girtina DTP’ê kurd bi partiyeke cûda, Partiya Demokrasiyê û Aştiyê (BDP) ketin hilbijartina 2014’an û Tûncer Bakirhan wekî namzet ji Sêrtê nîşan dan. Bakirhan di hilbijartinê de ji 74 hezar û 207 hilbijêran dengê 30 hezar û 846 hilbijêran hilgirt û bi rêjeya %49.4 bû şaredarê Sêrtê. Nêzî 2 salan Bakirhan şaredarî kir û di 16’ê mijdara 2016’an de bi hinceta "Endamtiya PKK/KCK ya rêxistina terorê ya çekdar" hat binçavkirin û di heman rojê de hat girtin. Bakirhan, di 17’ê mijdarê de jî ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeya şaredariyê hat dûrxistin û cîgirê waliyê Sêrtê Ceyhûn Dîlşad Taşkin weke qeyûm tayînî cihê wî kirin.
POLÎTÎKAYÊN QEYÛM BERDEWAM E
Herî dawî jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 31 adara 2019’an de bi 33 hezar 227 dengan şaredariya Sêrtê bi dest xist û Berîvan Helen Işik û Resûl Kaçar bi rêjeya %48 bûn hevşaredarên Sêrtê. Lê Wezareta Karên Navxweyî di 15 gulana 2020’an de Waliyê Sêrtê Alî Fûat Atîk weke qeyûm tayînî li ser Şaredariya Sêrtê kir û Hevşaredar Berîvan Helen Işik û Resûl Kaçar jî hatin binçavkirin.
PRATÎKA QEYÛM
Ji 2016’an û vir ve ev du serdem in şaredariya Sêrtê di destê qeyûm de ye û qeyûm zirareke mezin daye Sêrtê. Qeyûmê serdema yekemîn deyneke mezin ji bo Berîvan Helen Işik û Resûl Kaçar hişt û yê serdema duyemîn jî hemû kar û xebatên hatin kirin hilweşand. Qeyûmê duyemîn ku 2020’an hat tayînkirin, ewilî Pirtûkxaneya Celaded Elî Bedirxan xerapkir. Projeyên der barê Otogara Navçeyê ya ku îhaleya wê temam bû û pakêtên alîkariyê yên 6 hezar koliyan pêk dihat, ji aliyê qeyûm ve hatin betalkirin. Projeyên Bazara Keda Jinan, Malên Hunerê û Mala Felsefeyê ku dihat plankirin ku di dawiya salê de biqedin, ji aliyê qeyûm ve hatin rawestandin. Dîsa heman qeyûm projeyên wekî Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Berfîn, Zarokxaneya Zarokan a Minik Adımlar, Jinkart, çalakiyên 8'ê Adarê, atolyeyên hunera destan û atolyeyên boyaxkirinê betal kirin. Her wiha qeyûm Mala Şînê ya li Taxa Bahçelîevlerê da Ulkucuyan û gelek karkerên şaredariyê ji kar derxistin.
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê ku li Sêrtê partiya yekemîn e, Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî têkildarî rewşa bajêr û projeyên xwe ji ajansa me re axivîn.
ROJNAMEVANÎ Û RÊVEBERIYA XWECÎHÎ
Alagaşê der barê rojnamevaniyê de got ku rojnamevanî ji bo civakê pîşeyeke gelekî bi nirx e û lewma wê xwestiye bi rêveberiya herêmî dest bi siyasetê bike. Alagaşê bi lêv kir ku ew weke rojnamevan li gelek bajaran dixebitîn û ew ji aliyê civakê ve xwedî agahî ne. Alagaşê diyar kir ku rojnamevanî û rêveberiya xwecîhî hev temam dikin û wiha berdewam kir: “Heke em peywira ku me ji rojnamevaniyê girtî nêzî civakê bibin, bi pirsgirêkên herêmê ve eleqedar bibin, em ê bikaribin zûtir çareseriyê jî bibînin. Dê bi vî awayî gel jî xwe di nava rêveberiyê de bibîne, lewma ev yek gelek girîng e. Tiştê ku civakê ji heqîqetê dûr dixe berovajîkirina rastiyê ye, lewma rola me rojnamegeran di vir de gelek girîng e.”
‘BI RASTIYA NASNAMEYA XWE MEZIN BÛM’
Alagaşê da zanîn ku ew li Adanayê bi rastiya nasnameya xwe ve mezin bûye. Alagaşê anî ziman ku malbata wê ti caran ew ji vê rastiyê dûr nehiştine û vê yekê hişmendiya welatparêziyê û kurdîtiyê di wan de çêkiriye. Alagaşê diyar kir ku ji ber vê sedemê wê hem ji aliyê ziman hem jî ji aliyê çandê ve xwe aîdê Adanayê, metropolan hîs nekiriye û wiha direj kir: “Aliyekê min hertim li Sêrtê li Kurdistanê bû. Gava ez têm vir, ez xwe baştir hîs dikim û xwe baştir tînim ziman. Li bajarê xwe, gundê xwe jiyîn gelek girîng û bi nirx e, lewma min Sêrt tercîh kir û Sêrt jî xwedî li min derket. Ev yek ji bo min tiştekî gelek biqîmet û binirx e.”
‘POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ LI SER SÊRTÊ BANDOREKE MEZIN DIKE’
Bi domdarî Alagaşê bal kişand ser polîtîkayên qeyûm tayînkirinê û da zanîn ku ji bilî xizmetê qeyûm bixwe binpêkirina mafan e û zirar da vîna gel. Alagaşê anî ziman ku ev du serdem in qeyûm tayînî Sêrtê dikin û tu xizmeta qeyûm negihiştiye gel. Alagaş, diyar kir ku rê û kolan tev kor û herî ne û bi domdarî ev tişt got: “Cihê ku wesayît lê bên parkkirin nînin û qet dest neavêtine vê pirsgirêkê. Pirsgirêka avê heye ku li gor giliyên welatiyan havîna çûyî nêzî 2 mehan av nehatiye dayîn. Lewma bi tankan av birine taxan. Ev pirsgirêk ji bêderfetiyê nayên, berovajî ev yek bi polîtîkayên qeyûm ve girêdayî ne. Polîtîkaya qeyûm terbiye kirina mirovan e. Anku tê wateya ‘We em tercîh nekirine, hûnê êşa vê yekê jî bikişînin.’ Hemû pratîk vê nîşan dide. Her wiha pirsgirêka bêkariyê gelek e ku ev pirsgirêk dikare bê çareserkirin. Ji ber ku çavkaniyên Sêrtê gelek in, bi veberanînê dikarin pirsgirêka bêkariyê ji holê rakin û heta dikarin îstîhdamê ji bo bajarên derdorê jî çêkin. Li sê aliyên Sêrtê av heye, lê Sêrt bê av e. Sêrt cihê cotyarî û bazirganiyê ye, lê nayê kirin. Polîtîkayên ewlehiyê li ser Sêrtê bandoreke gelek neyînî dike ku gelek karmend naxwazin veberînê li vir bikin. Her wiha şaredarî û walîtî jî derfeteke wisa nadin welatiyan. Ji ber van sedeman bi hezaran welatiyan koç kirine bajarên derdor û metrepolan ku bikaribin xwe xwedî bikin.”
‘QEYÛM DESTKEFTIYÊN HEYÎ JÎ JI HOLÊ RAKIR’
Di berdewamiyê de Alagaşê bal kişand ser pratîkên qeyûm û da zanîn ku qeyûm gava hatî destkeftiyên heyî ji holê rakir û xizmetên ku divê bike jî nekir. Alagaşê destnîşan kir ku navenda jinan ji holê rakir, vekirina parka ku dê ji bo jinan hatiba vekirin, asteng kir û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Vê polîtîkaya qeyûm hem ji gelan hem jî ji bajêr gelek tişt da windakirin. Her wiha girtina saziya jinan a bi navê Berfînê bandoreke mezin li ser jinan kir. Êdî ti cihê ku jin biçin deriyê wê bidin û derdê xwe jê re bibêjin nema. Gava jinan pirsigrêkek jiya dê kîve biçe, xwe li kîderê bîne ziman? Gava rastiyê tundiyê hat dê biçe qereqolê, dê biçe dozgeriyê? Me bi sedan caran nûçeya jinên ku çûne qereqolê lê rastiyê nêzîkbûneke çawa hatine, çêkir.
‘JINAN MEKANIZMEYEKÎ XWEPARASTINÊ AVA KIRINE’
Ji ber ku hişmendiya saziyên dewletê hişmediya mêrane ye, jin nikarin biçin xwe bînin ziman. Ji ber vê yekê jinan xwe li taxên xwe, malên xwe veşartine. Ez vê yekê jî weke xweparastinekê dibînim. Ji ber hişmendiya mêr ji bo xwe mekanîzmayeke parastinê ava kirine û dema xebatek weke çalakî, daxuyanî hwd. hebe derdikeve. Ev pirsgirêkên rê, av hwd. ku me gava din anîn ziman jî tev li ser jinan bandor dikin. Yên zarok xwedî dike, cilan dişo, xwarinê çêdike hwd. jin in û heke ev yek pêk neyên dîsa jin ji bo çareserkirina van tiştan difikire û ji bo xwe dike dert. Gava em diçin taxan jî tenê derdên xwe yên mîna rê û avê ji me re par ve dikin.”
DÊ SAZIYA JINAN DÎSA VEKIN
Alagaşê der barê projeyên xwe de jî agahî da û da zanîn ku gava ew di hilbijartinê de serkeftin, dê ewilî saziya jinan a Berfînê vekin. Alagaşê destnîşan kir ku ew dê ji bo jinan qadên îstîhdamê vekin, projeya wan ya kooperatîfan heye ku jin bikaribin di warê kar û barên destan yên çandî ve xwe pêş ve bibin. Alagaşê bi domdarî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di heman demê de ji bo ku jin bikaribin di warê madî û manevî de xwe biparêzin xebat û projeyên me hene. Gava em hatin li ser peywirê em ê yek bi yek van projeyên xwe bixin meriyetê û em di vî warî de gelek bi îdaa ne. Ji bo pirsgirêka avê em ê yan ji hêla Çemê Botanê yan jî Çemê Kezerê xetekê bikşînin. Hurgûliyên projeyê hêj nehatine diyar kirin, lê em li ser dixebitin.
XWEDÎ ÎDÎA NE
Nêzî 40 projeyên me hene û di vê pêvajoya hilbijartinê de jî em ê hewl bidin projeyên nû lê zêde bikin. Em ê hewl bidin plansaziya xwe ya 5 salan di nava vê mehê de diyar bikin. Lê projeyên me yên sereke dê van rojên pêşiya me de bên parvekirin. Em ê bi dînamîkên bajêr re tevbigerin û em ê konseyeke bajêr ava bikin ku gelên Sêrtê jî tev li vê pêvajoyê bikin. Em ê bi rêya meclîsên taxan ya vê konseyê ku xeyala me ya herî mezin e, pirsgirêkên gel diyar bikin û li gor wê jî çareseriyan biafirînin. Gel çi qas tev li vê pêvajoyê bibe dê demokrasî jî ew qas pêş ve biçe û belav bibe. Hem polîtîkaya me ya rêveberiya herêmî perspektîfek berfireh dide pêşiya me hem jî em di vê yekê de xwedî îdîa ne.”
‘XEBATÊN ME DÊ BI 3 ZIMANÎ BIN’
Alagaşê bal kişand ser taybetmendiya Sêrtê û destnîşan kir ku şaredariyên pirzimanî bi şaredarên wan pêş ketine. Alagaşê da zanîn ku polîtîkayeke wan ya 3 zimanî heye ku berê jî gava şaredarî di destê wan de bûye hebû û ev tişt anî ziman: “Hemû kar û xebatên me yên li ser ziman û çandê dê bi 3 zimanî be. Em li benda welatiyên xwe yên ereb in jî. Divê ji bo pêşxistina ziman ew jî alîkariyê bidin. Ji xwe dê gelên li Sêrtê dijîn tev di rêveberiya bajêr de cih bigire, lê di aliyê çandê de em li benda xebatên taybet in. Ez bawer im dê Sêrt bibe cihekî gelekî rengîn.”
XIZMETÊN WAN YÊN TÊKILDARÎ EKOLOJIYÊ
Alagaşê der barê xizmetên ekolojiyê de jî ev tişt got: “Dema ku em dibêjin rêveberiya herêmî ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê diparêze, xwedî pratîk e û dikare pratîkên xwe bixe meriyetê. Em jî di vî warî de dê di çarçoveya ‘Em dikarin çawa jiyaneke ekolojîk biafirînin?’ de kampanya û xebatan bikin, panel û semîneran bidin, li ser girîngiya xwezayê, dengeya ekolojiyê ya ji bo hemû zindiyan xebatan bikin, divê çima li dijî talana ekolojîk deng bê bilindkirin nîqaşan bidin meşandin û xebatan bikin. Di vî warî de projeyên me jî hene. Her wiha di vî warî de xebatên me yên mîna însiyatîfên sivîl jî dê hebin.”
Alagaşê bang li jinan kir û wiha got: “Ez bang li jinên Sêrtê dikim ku divê di 31’ê adarê de biçin ser sindoqan û vîna xwe dîsa nîşan bidin.”
‘PERGALA ME KOLEKTÎF E’
Kaysî bal kişand ser polîtîkaya xwe ya xizmetê û diyar kir ku ew û hevşaredara xwe li ser pirsa ‘Em ji bo vî gelî xizmeteke çawa bikin?’ gelek fikirîne. Kaysî, bi lêv kir ku ew partiyeke pergalê nînin, lewma ew nikarin bibêjin ‘Ez ê wiha wiha bikim.’ û bi domdarî wisa got: “Pergala me peraleke kolektîf e û em bi serê xwe tiştan nakin. Rêxistina me rêxistineke cuda ye û em ê projeyên bi meclîsa xwe, hevserok, rûsipî, sendîka, sazî, xebatkarên xwe yên taxan û gel re bixin meriyetê. Ji bo kîderê çi pêwîst be em ê wê bikin.”
‘VÎNA GEL AKP DESTESER DIKE’
Kaysî jî derbarê polîtîkayên qeyûm de axivî û diyar kir ku ya rastî ne qeyûm AKP van şaredariyan bi rê ve dibe. Kaysî da zanîn ku li her derê şaredariyê mirovên xwe bi cih dikin û ev du serdem in vîna gelê Sêrtê AKP desteser dike. Kaysî anî ziman ku hevalên wan ku şaredarî û hevşaredarî kirine gelek kar û bar ji bo Sêrtê kirin, lê di vê pêvajoya desteserkirinê de ev xebatên hatin kirin jî hatin xirabkirin. Kaysî ev tişt li axaftina xwe zêde kirin: “Weke mînak Parka Orhan Dogan li vir ji hêla hevalên me ve hatiye çêkirin û heke lê xwedî derbikevin nêzî 100 mirovan dikarin li wir bixebitin. Lê niha vala ye. Parka Mehmet Sîncar dîsa wisa ye.
‘TIŞTEK JI BO SÊRTÊ NEKIRINE’
Desthilatê pêşiya hilbijartinê da zanîn ku dê fabrîkayên çînko û fistiqan vekin û dê di wir de nêzî 5 hezar kes bixebitin. Lê em wê rojê çûn serdana wan deran ji bilî ewlekeriyê ti kes nîne. Her wiha li Kûfrayê (Şîrvan) kana madenê heye ku di wan salên çûyî de qezayek pêk hat û nêzî 17-18 mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Kesên di vê kanê de dixebitin jî ji der ve tînin. Dîsa nêzî 100 mirov ji der ve anîne ku di şaredariyê de bixebitin. Tu dê bê qey li vir pirsgirêka kar nîne. Di Kurdistanê de yek ji bajarên herî bêkar Sêrt e û di ser de jî karker ji bajarên der ve anîne. Sêrt bi derfetên xwe heta niha li ser pêyan sekinî ye. Desthilat qet neketiye di nav hewldana çareserkirina pirsgirêkan de. Niha hinek welatparêzên me ji bo Sêrtê kargehên tekstîlê çêkirine ku gelek welatî di wan deran de dixebitin. Lê wekî din desthilatê tiştek ji bo vir nekiriye.”
‘DI LÎSTEYA ME DE EREB JÎ HENE’
Kaysî anî ziman ku demên berê jî wan şaredariya Sêrtê birêve biriye û ti pirsgirêkên wan di warê ziman de nînin. Kaysî destnîşan kir ku Sêrt bajarekî pirrengî ye û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Demên berê jî welatiyên me yên ereb di meclîsa şaredariyê de cih girtine û niha di lîsteya me de jî hene. Hevalên me yên berê ku şardarî, hevşaredarî kirine di warê ziman de gelekî baldar bûn û em jî dê van kar û xebatên wan yê ji ber qeyûm nîvco mane, temam bikin. Kî bê şaredariyê ferq nake, li gorî derfetan em ê xwestekên wan bi cih bînin. Em ê vî bajarî bi hev re rê ve bibin.
Kaysî bal kişand ser hilbijêrên hatine veguhestin û wiha dawî kir: “Ev veguhestina hilbijêran jî ne exlaqî ye û ti wijdan jî qebûl nake. Ew çi qas hilbijêran bînin jî nikarin vîna vî gelî dîsa bin pê bikin.”
SOFYA ALAGAŞ KÎ YE?
Sofya Alagaş ku li gundê Erkendê yê navçeya Xisxêra Sêrtê ji dayîk bûye, ji ber polîtîkayên valakirina gundan yên dewletê di sala 1993’an de bi malbatî koçberî Adanayê bûne. Alagaş, li Adanayê mezin bûye û xwendina xwe jî li wir temam kiriye. Alagaş di 18 saliya xwe de weke stajyer di Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê de (DÎHA) weke stajyer dest bi rojnamevaniyê kiriye û ji wê demê ve rojnamevaniyê dike. Piştî girtina DÎHA’yê ku di 2016’an de bi KHK’ê hatibû girtin, di Rojnameya Şûjinê de pîşeya xwe berdewam kiriye. Piştî ku Rojnameya Şûjinê jî hat girtin, Alagaş û çend rojnamevanên jin ên kurd di 25’ê îlona 2017’an de JINNEWS ava kirin û ji wê salê ve ew di JINNEWS’ê de dixebite. Di sala 2019’an de Alagaşê xelata ji bo rojnamevana Îtalî ya jin Maria Grazia Cutuli ya navneteweyî tê dayîn wergirt. Her wiha Alagaş û 22 rojnamevan di sala 2022’yan de hatin binçavkirin û tevî Alagaşê 18 rojnamevan hatin girtin. Gava Alagaş di girtîgehê de ji ber nûçeyeke wê ya dema li der ve bû çêkirî, layiqî xelata Mûsa Enter hat dîtin. Ev demeke dirêj e Alagaş li Amedê rojnamevaniyê didomîne.
MEHMET KAYSÎ KÎ YE?
Namzetê din yên DEM Partiyê Mehmet Kaysî jî di sala 1968’ê li gundê Qûtmis yê Sêrtê ku gundekî kevin yê Suryaniyan e, ji dayîk bûye. Kaysî, li gund weke malbatî cotyarî kirine, sewalên wan hebûn û wan kar û barên gund dikir. Di salên 90’an de li Kurdistanê gelek gund hatin şewitandin û vala kirin û gundê wan jî yek ji van gundan bû ku di navbera 92-93’yan de hatiye valakirin. Wan weke malbatî gelek êş û jan kişandine û ew hatine bajêr. Kaysî li bajêr di PTT’ê de weke karker dest bi kar kir û dem dem jî di nava komîsyên partiyên siyasî yên ku ji kevneşopiya DEM Partiyê ne, cih girt. Kaysî li taxan dest bi xebatên xwe yên siyasî kir û piştre wî di sala 2002’yan de endamtiya meclîsa şaredariyê kir. Di beriya hilbijartina parlementeriyê de jî Kaysî, serdemekê hevserokatiya Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) kir. Niha jî Kaysî, namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Sêrtê ye.
MA / Bazîd Evren - Bêrîvan Altan