Komele: Di êrişa Artêşa Pasdaran de 8 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan
Artêşa Pasdaran a Îranê serê sibehê êrişî baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê-Îran a li Silêmaniyeyê. Komele ragihand ku di êrişê de 8 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan.
DYA’yê li dijî Îranê êrişeke nû pêk anî
DYA'yê li dijî Îranê êrişeke nû pêk anî. CENTCOM’ê daxuyand ku wan “Li Tengava Hurmuzê kapasîteya êrişa keştiyên Îranê qels kiriye.”
DYA’yê êrişî Îranê kir: 30 sivîl û 7 leşker jiyana xwe ji dest da
Li gorî daxuyaniya Îranê ya têkildarî êrişên DYA’yê, 30 sivîl û 7 leşker jiyana xwe ji dest da.
Parlamentoya Îranê ji bo Tengava Hurmuzê amadekariya qanûnê dike
Parlamentoya Îranê ji bo ewlekarî û rêvebirina Tengava Hurmuzê pêşnûmeqanûneke nû xist rojeva xwe.
Civîna yekemîn a Parlamentoya Sûriyeyê hat lidarxistin
Civîna yekemîn a Parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) li Şamê hat lidarxistin. Parlamentoya ku bi sondxwarina endamên dest bi xebatan kir nûnerên Rojava û Suweydayê lê nîn in.
Çapemeniya Îranê lîsteya ‘kesên ku dê hesab ji wan bê pirsîn’ weşand
Rojnameya Hamşahrî ya Îranê înfografîkek bi sernava “kesên ku dê hesab ji wan bê pirsîn” weşand û Donald Trump, Binyamin Netanyahu û Emmanuel Macron jî di nav de 13 kes wek hedef nîşan da.
Trump: Li gorî min agirbesta bi Îranê re bi dawî bû
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump got: "Li gorî min, agirbesta bi Îranê re bi dawî bû. Muzakere dikare dewam bike, ne xema min e."
Îran li ser sînorê Başûr baregehên nû çêdike
Hat diyarkirin ku rejîma Îranê li ser sinorê Başûrê Kurdistanê dest bi çêkirina baregehên nû û danîna dîwar kiriye.
‘Sêşema na ji darvekirinan re’: Serokê Darazê ji bo girtiyan gef e
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ di daxuyaniya xwe ya heftane ya 128’emîn de bal kişand ser zêdebûna binpêkirinên mafên girtiyên siyasî û diyar kir ku re’ hiştina Serokê Darazê Gholamhossein Mohseni Ejei li ser wezifeya gefeke cidî ye li ser girtiyan.
Hejmara kesên li Xezeyê hatî qetilkirin gihîşt 73 hezar û 98 kesan
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, di êrişên Îsraîlê de di nava 24 saetan de 5 kesên din jiyana xwe ji dest dane û ji roja ewil a êrişan heta niha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 73 hezar û 98 kesan.
Îran gefê li malbatên pêşmergeyan dixwe
Rejîma Îranê cenazeyên pêşmergeyên ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane radestî malbatan nake û di heman demê de zextê li malbatên pêşmergeyan dike.
Li Dêrazorê ala DAIŞ‘ê hat hildan
Li bajarokê Zebarî yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê yê di bin kontrola Hikumet Demkî ya Sûriyeyê de ala DAIŞ‘ê hat hildan.
Barzanî bi Pezeşkiyan re hevdîtin kir
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re hevdîtin kir.
Di teqîna li Şamê de hejmara miriyan derket 9’an
Di teqîna di hundirê qehwexaneyekê ya li Şamê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 9’an.
Li Şamê teqînek çêbû: 4 kes mirin
Li paytexta Sûriyeyê Şamê li kafeyeke li ser rêya Çarşiya Hamidiyeyê teqînek çêbû. Di teqînê de 4 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.