Îranê cezayê darvekirinê da 5 girtiyan

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da 5 girtiyên siyasî. 
 
Zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî berdewam dikin.  Li gorî nûçeya malpera înternetê ya “Dengê Girtiyên Kurd û Siyasî”, Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê darvekirinê da Bîta Hîmetî, hevjînê wê Muhammed Riza Mecîdî û xizmên wan Behruz Zemanî û Kuroş Zemanî Nejad. 
 
Her 5 welatî jî di dema çalakiyên ji 28’ê Kanûna 2025’an dest pê kirin û 22 rojan domiyan de hatibûn girtin û bi îdiayên “xetere li ser ewlehiya neteweyî çêkirine” û “propagandaya li dijî dewletê” cezayê darvekirinê lê hate birîn. 
 
Dadgehê, di heman biryarê de xwest tevahiya mal û milkê her 5 girtiyan were desteserkirin. Li hêla din, hate destnîşankirin ku di biryara dadgehê de tu delîleke şênber tune ye. 
 
Hat gotin ku di dema pêvajoya lêpirsînê de îşkenceyeke giran li girtiyan hatiye kirin, zext lê hatiye kirin ku îfadeyê bidin û ji mafê parêzer bêpar hatine hiştin.