Îdia: DYA û Îranê dema dirêjkirina agirbestê dinirxînin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat îdiakirin ku DYA û Îran ji bo hevdîtina peymana aştiyê, dema dirêjkirina agirbestê dinirxînin.
 
Li gor çavkaniyek ku têkildarî agirbesta di navbera DYA û Îranê de ku di 7'ê Nîsanê de hatibû ragihandin ji Bloomergê re axivî, DYA û Îranê ji bo di warê peymana aştiyê de wext bi dest bixin, hewl didin dema agirbestê du hefteyan dirêj bikin. Li gor nûçeyê, aktören navbeynkar ji bo çareserkirina mijarên girîng hevdîtinên teknîk organize dikin. Di nav van mijarên cihê nîqaşê de, jinûvevekirina Tengava Hurmuzê û xebatên dewlemendkirina nukllerê hene. 
 
Heman çavkanî, derpêş kir ku ger ev mijarên teknîkî bi ser bikevin, dê rayedarên payeblind ên her du welatan careke din vegerin ser maseya muzakereyê. Her wiha rayedarekî DYA'yî jî diyar kir ku ji bo dirêjkirina dema agirbestê tiştekî berbiçav û pesendkirineke fermî ji aliyê DYA'yê ve tüne ye.