Li Şamê teqînek çêbû: 4 kes mirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN-Li paytexta Sûriyeyê Şamê li kafeyeke li ser rêya Çarşiya Hamidiyeyê teqînek çêbû. Di teqînê de 4 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. 
 
Li herêma Hîcaz a paytexta Sûriyeyê Şamê teqînek çêbû. Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA'yê, di teqînê de 4 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne. Birîndaran rakirin nexweşxaneyê li derdorê.
 
Hê têkildarî bûyerê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.