Komele: Di êrişa Artêşa Pasdaran de 8 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Pasdaran a Îranê serê sibehê êrişî baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê-Îran a li Silêmaniyeyê. Komele ragihand ku di êrişê de 8 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan.

 
Artêşa Pasdaran a Îranê, bi mûşekan êrişî baregehek ya Komeleya Zehmetkêşan ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê kir. Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Komîsyona Nîzamî ya Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistanê-Îranê Ebdulla Azerbar, derbarê êrişê de agahî belav kir.
 
Ebdulla Azerbar ji medyayê re ragihand ku danê sibehê bi 6 mûşekan êrişî ser baregeha Zirguwêz ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hate kirin.
 
Ebdullah diyar kir ku êriş li navenda sereke ya Komeleya Şoreşgeran bû, pêşmerge di wê demê de li ser erkê bûn. Ebdulla Azerbar da zanîn ku di encama êrişê de 8 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûn û ku dibe hejmara şehîdan zêde bibe.
 
Li gorî agahiyên li ber destê RojNewsê; birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin û birîna du pêşmergeyan xedar e.
 
Danê sibehê bi zêdetirî 5 drone û droneyan êrişî sînorê Hewlêr û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Silêmaniyê hate kirin. Her wiha dengê teqînan li sînorê Helebceyê jî hate bihîstin.