Aborîzan Sonmez: Aborî dê bi pêşxistina aştiyê baş bibe
- aborî-ked
- 09:44 29/11/2017
Aborîzan Mûstafa Sonmez, anî ziman ku Bankeya Navendî li hemberî zêdebûna Dolar û Eûroyê faîzê zêde dike û bi vî awayî hewl dide hevsengiyekê çê bike, lê li gel vê yekê jî aborî sinyalên nebaş dide. Sonmez diyar kir ku ji ber vê dibe ku sala 2018’an bibe “saleke nexweş” û wiha got: “Sererastkirina vê yekê bi pêşxistina aştiya navxweyî pêkan e.”