Li Amanosan cureyên nebatan tên tunekirin
- ekolojî
- 09:24 24/10/2017
Bi dehan ocaxên keviran ên li Çiyayê Amanosê hatine avakirin, her der talan û wêran kirin. Nebatên gîha yên ku li gelek cihan nayên dîtin, bi vekirên kanan keviran re tune dibin.
Bi dehan ocaxên keviran ên li Çiyayê Amanosê hatine avakirin, her der talan û wêran kirin. Nebatên gîha yên ku li gelek cihan nayên dîtin, bi vekirên kanan keviran re tune dibin.
Projeya Rêjeya Mordoganê ya aydê Ayen Enerjiyê dixwaze li trîbunên bayê yên li Karabukê yê nû zêde bike, rapora "Erênî ya ÇED'ê" cara duyemîn bi daxwaza dadgehê hat rawestandin. Heta niha li herêmê 115 trîbun hatin çikandin.
Ji ber sondaja qaçax, avdana zeviyan û kêmasiya baranê di meha Tîrmehê de sedî 50 ava Sûlava Dudenê kêm bû, bi xebata şaredariyê ji miçiqandinê rizgar bû. Bi hatina biharê re pelên ku diweşin, dîmenekî bêhempa dide sûlavê û mêvanên xwe sermest dike.
15 hezar darên ku ji aliyê Şaredariya Riya Armûşê ya DBP’ê li Çiyayê Erekê hatibûn danîn, ji bêaviyê hişk bûn. Şaredariya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, îdia kir ku ji sedî 10’ê daran hişk bûye û wiha got: “Em ê ji niha û pê ve baldartir bin.”
Li bajaroka Komirê ku ji 96 ocaxên mermeran ku ji bo wan ruhset hat dayîn 24 jê çalak in û giyanewerên li xwezayê yeko yeko tune dikin, çavkaniyên avê zuha dikin û ava vexwarinê jî nehiştin.
Berdevkê EGEÇEP’ê Alî Osman Karababa guherandinên qanûna torbeyî ku li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê hevdîtinê wê didomin nirxandin. Karababa got ku bi vî awayî desteserkirina çavkaniyên debarê yê gundiyan tê xwestin.
Li Geliyê Pilumurê ji bo avakirina kana keviran bi sedan dar hatin birîn. Welatiyên herêbê, li dijî kana keviran bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Em destûr nadin kana keviran ava bikin. Dê xweza tune bibe. Ger ku xweza tune bibe ma em dê keviran bixwin?"
Li Kerboranê leşker û cerdevanan, bi hezaran darên li ser eraziyên şêniyên herêmê jêkirin. Welatiyan bertek nîşanî vê rewşê da û wiha gotin: “Bila dewlet dev ji me û darên me berde.”
Li herêma Xirbê Keryanê ya bajaroka Dêywana Kerboranê dê bi hezaran daran bibirin, di nav daran de bi hezaran darên berû û fêkiyan hene û leşker bi hinceta "ewlehiyê" wan jê dikin.
Tesîsa Kevirê Şikandî ya Erkoç li Çeşmeyê li ser erdê gundiyan hatiye avakirin û 5 caran hatiye girtin, 3 caran bi rapora ÇED'ê îptal bûye, lê dîsa jî li qadê belav dibe û xebatên xwe dewam dike. Keyayê gundê Germiyanê Şadan Kaya da zanîn ku biryarên dadgehê kêrê wan nayê.
Ekolojîst Erol Çirak, diyar kir ku bi pêşnûmeya qanûnên torbe ku armanc dikin ji bo lêgerîna madenê şertê rapora ÇED'ê ji holê rakin. Çirak, anî ziman ku bi vê guhertina qanûnan armanc dikin ku xwezayê pêşkêşî aboriya şer bikin.
Rêya gundê Germiyan ê Çeşmeyê ji ber trîbunên RES’an hatiye girtin. Şêniyên gund, bertek nîşanî RES'an dan û diyar kirin ku her sal trîbuneke nû tê çêkirin rêya gund tune.
Qada Pîroz a Lagîna Hakate ya li Yataganê xwedî dîrokek 3 hezar salî ye, rêya 8 kîlometre ya ku wekî "pîroz" tê dîtin a Bajarê Antîkî ya Stratonîkeîayê, ji ber derxistina komirê di nava qadê de ma.
Hewzeya komirê ya ku ji bo pêdiviya komirê ya Santrala Enerjiya Termîk a Yataganê ku ji aliyê Koma Enerjiyê ya Bereketê tê xebitandin hatibû çêkirin, her ku diçe bêtir tê firehkirin. Her wiha di kolandinên li herêmê yên bi navê kolandinên arkeolojik tên kirin de jî berhemên dîrokî yên tên dîtin ji bo pêdiviya komirê ya santralê yeko yeko tên veguhastin.
31 herêmên parastinê yên taybet ên li Mugla û navçeyê wê, ji statuya parastinê derxistin û ji îmarê re vekirin. Rêveberê MUÇEP'ê Şamîl Beştoy ev rewş wekî "Guhertina plana teslîmî navnîşanê" pênase kir û aşkera kir ku ev herêm ji statuya parastinê hatine derxistin û teslîmê şirketan kirine.